Dewleta Tirk êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li dijî başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dike. Di 40 rojên ewil ên 2025an de jî êrîş berdewam kir û welatiyan dikuje. Di 40 rojên dawî de li dijî Herêma Federe ya başûrê Kurdistanê 6 êrîş pêk anîn. Di êrîşan de 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk, bi salan e li dijî bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bê navber êrîşî welatiyan, gundan û binesaziya xizmeta civakî dike. Di êrîşên Tirkiyeyê yên ku di 40 rojên dawî li bakurê Kurdistanê pêk anîn de yek jê rojnameger û 2 rêveberên saziyan bi giştî 7 kes hatin kuştin.
Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê heta niha li dijî van êrişên ser xelkê sivîl tu helwest nîşan nedan û berevajî vê hevkariya xwe didomînin. ROJNEWSê bîlançoya êrişên Dewleta Tirk ên ji destpêka sala 2025’an ve berhev kir.
Bîlanço wiha ye:
* Di roja 6ê çileyê de balafirên şer ên Dewleta Tirk xaniyê welatiyekê li gundê Avê ya li nêzî bajaroka Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyan gihişt xanî û wesayîta di hewşa malê de.
* Di 15ê çileyê de balafirên bêmirov û biçek yên Dewleta Tirk li gundê Gelale ya ser bi bajaroka Mawet ya parêzgeha Silêmaniyê wesayîta welatiyê bi navê Hisên Ehmed Ebdullah du caran ser hev bombebaran kir. Lê Hisên Ehmed ji êrişê sax rizgar bû û zirar gihişt wesayîta wî.
* Di 24ê çile de artêşa Tirk bi armanca reşkirina navê endamên PKKê navendeke hêzên pasewanên sînor yên Iraqê li gundê Şîlan ê nêzî bajaroka Batîfayê topbaran kir. Di encama êrişê de 2 pasewanan jiyana xwe ji dest dan û pasewanek jî birîndar bû. Di heman rojê de balafirên şer ên artêşa Tirk li heman deverê xaniyê welatiyekî bombebaran kir û di encamê de xanî wêran bû.
* Di 26ê çileyê di roja serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan a Bexdayê de artêşa Tirk wesayîta pêşmergeyê bi navê Casim Mihemed li nêzî Dihokê bombebaran kir. Di êrişê de Casim Mihemed birîndar bû û zirar gihişt wesayîta wî. Di heman rojê de li gundê Dêmka ya dikeve rêzeçiyayê Zirzîrê xaniyê welatiyek bi navê Necîb Zêringir hat topbarankirin û xanî hilweşiya.
* Roja 27ê Çileyê de balafirên şer ên Dewleta Tirk bajaroka Dînarte yê ser bi Akrê ve bombebaran kirin. Di êrişê de welatiyê bi navê Cafer Celal û hevjîna wî Sitî hatin kuştin. Di heman rojê de balafirek bêmirov û biçek ya dewleta Tirk li nêzî gundê Girdcal a li bajaroka Çarqurne ya girêdayî Ranyayê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de Rojnamevan Azîz Koyluoglu, Endamê PYDê Dilawer Erebo û Endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo hatin qetilkirin û welatiyek jî birîndar bû.
* Di 7’ê Sibatê de dewleta Tirk li gundê Mijê yê ser bi Amêdiyê ve xaniyê welatiyekî bombebaran kir. Di êrişê de xanî hilweşiya. Heman rojê ji ber êrişên dewleta Tirk welatiyên gundên Nepaxî, Bêr Kekurê û Kafya yên dikeve qontara Çiyayê Gare yê Herêma Zêbariyan a ser bi devera Dînartê ya girêdayî Akrê gundên xwe valakirin û derbasî Dînartê û Akrê bûn.”