• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

    14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bêrîvan Bahçecî: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe

9 SIBAT 2025 - 16:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” tê lidarxistin û bi hezaran kes tev li bûn. Di mîtîngê de Berdevka TJAyê Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku ew silavên xwe ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dişînin û got: “Rêberê Gelê Kurd dibêje ‘Heta jin azad nebin civak jî azad nabe.’ Em ê ji bo azadiya jinê û civakê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 

Bi pêşegtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” tê lidarxistin. Ji bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes tev li mitîngê bûn. Her wiha partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê û şandeya CHP’ê jî tev li bû. Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” tên berzkirin.

Qada mitîngê bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin.

Di mîtingê de ewil li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Emrûllah Şam axivî û gel silav kir. Piştre jî li gorî rêzê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, li ser navê TJA’yê Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axaftin kirin.

‘Mafê kurdan neyê parastin pêvajo pêş nakeve’

Ewil Bedriye Kuş gel silav kir û wiha got: “Gelê me yê ev qad tijî kir dê dîsa dengê xwe bigine Enqereyê. Em hevî û bawer dikin ku dê ev sekn û helwesta gel dê aştiya bi rûmet bîne. “

Li ser navê TJAyê Berdevka TJAyê Bêrîvan Bahçecî jî axivî û wiha got: “Em di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin. Ev di her alî de qanexek pir girînge. Di vê qonaxê de qala pêvajoya aştiyê tê kirin. Em vê qonaxê pir girîng û pîroz dibînin. Eger di vê pêvajoyê de mafê jinan, mafê zarokan, mafê gelê kurd neyê parastin û nasîn, mirov nikare qala pêvajoya çareseriyê û aştiyê bike. Ji bo aştiyê ked û bedela herî girîng gelê kurd dide. Herî zêde jin bedelên giran dide. 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin hatin kirin. Em wekî TJAyê vê pêvajoyê gelek girîng dibînin.”

‘Em ji Mêrsînê silavan ji Îmraliyê re dişînin’

Berîvan Bahçecî, da zanîn ku ji bo ev pêvajo pêş bikeve, wekî TJA li her qadê bedelên giran dane û wiha lê zêde kir: ” Birêz Ocalan di hevdîtina herî dawî de slav ji mere şandibûn. Em jî ji qada mîtînga Mêrsînê silavên germ ji Îmraliyê re dişînin. Di vê pêvajoyê de her roj jin tên kuştin, vîna jinê tune tê hesibandin. Pinar Gultekîn ji aliyê mêr ve bi awayekî hov hatibû kuştin. Lê hiqûqa niha mafê jinan nas nake. Dadgehê ev kuştin wekî hovîtî nedît û dosya xera kir. Em dibêjin, çi ferqa pergala AKPê û Îranê heye. Çi ferqa rejîma Îran û Tirkiyeyê heye. Rejîma Îranê jî cezayê darvekirinê daye Pexşan Ezîzî. Heta jin azad nebin, heta gelê kurd mafê xwe bi dest bixin em ê her dem li qadan bin. Em ê her dem têkoşîna xwe bilind bikin. Heta Rêberê Gelê Kurd negêje azadiya fizikî em nikarin qala aştî û çareseriyê bikin. Em bang li hemû jinên ku demokrasiyê dixwazin û mafê jinan diparêzin re dibêjin, heta ku xwediyê felsefeya Jin Jiyan Azadî Birêz Abdullah Ocalan azad nebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em tu carî têkoşîna xwe sist nakin. Rêberê Gelê Kurd jî gotibû ‘Heta jin azad nebe, civaka kurd jî azad nabe. Ji bo vê yekê ked û xebat lazim e. Em dubare dibêjin Jin Jiyan Azadî.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

23 HEZÎRAN 2026
DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

23 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

23 HEZÎRAN 2026
Hatîmogullari: Divê beriya betlaneyê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê

Hatîmogullari: Divê beriya betlaneyê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê

23 HEZÎRAN 2026
KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (641)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne