• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çeteyên HTŞê gund û taxên Helebê dagir kirin

Navenda Nûçeyan / AW

30 MIJDAR 2024 - 10:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Di rojên dawî de şerê di navbera Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û artêşa Şamê de zêde bûye. Di şerê rojên dawî de zêdetirî 230 kesan hatin kuştin. Şêniyên Helebê ji ber êrîşên HTŞ’ê koçî taxên Kurdan dikin.

Li gundewarên Helebê şerê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikumeta Şamê di rojên dawî de zêde dibe. Li gorî çavkaniyên herêmê, çeteyên HTŞê ji 2020î ve cara yekem e taxên bajêr dikin hedef.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) diyar dikin ku wan gundê Mensûra û tevahiya gundewarên li rojavayê Helebê kontrol kirine. Li gorî çavkaniyên herêmê li Mensûra, Xan El Ese û rojavayê Helebê şer di navbera her du aliyan de dewam dike. Hêzên Şamê gundê Cobas ê rojhilatê Idlibê xist bin kontrola xwe. Li derdora bajarokê Endan ê stratejîk ê li hember rêya Kastelo şerekî dijwar rû dide û HTŞ jî hewl didin rêya gundewarên bakurê Helebê û bajar kontrol bikin.
Hêzên hikumeta Şamê bi armanca ku gund û bajarokên ji dest dane vegerînin, teqwiyeyeke mezin a çekên giran, bi sedan leşkerên Firqeya 4ˈan, Firqeya 25 a mîsyonên taybet û Firqeya 11ˈan şandin eniyên şer. Di şerê 3 rojan û êrişên hewayî de 129 çete, 89 leşkerên hikumeta Şamê û 20 sivîl hatin kuştin.
Rayedarên girêdayî Rûsyaya ragihand ku hêzên Şamê bi desteka hêzên hewayî yên Rûsyayê bi kêmanî 400 çete li Heleb û Idlibê kuştine.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya Îranê jî ragihand ku şêwirmendê payebilind ê Pasdarên Îranê yê li Sûriyeyê Kiyomaris Purhaşimî duh li bajarê Helebê di êrişa çeteyên girêdayî Tirkiyeyê hatiye kuştin.

Hin çavkaniyan ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê navendên çeteyên bi navê “Hêzên Hevbeş” ên artêşa Tirk a dagirker ên li bajarê Marê yê dagirkirî, kirin hedef û di encamê de zêdetirî 20 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Di roja sêyemîn de, çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê taxên bajarê Helebê topbaran kirin. Li gorî çavkaniyan, hinek top li nêzî taxên Cedîda û Hemdaniye ketine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku firqeya 4ˋan, Firqeya 25ˋan a erkên taybet û Firqeya 11ˋan ku di hêzên hikumeta Şamê de pêkhatên şerker in, hêzeke mezin ber bi gundewarê Heleb û Idlibê ve sewq kirin.
SOHRê diyar kir ku çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” rêya Şam-Heleb ji kêlek bajarokê Zirbê yê gundewarê Helebê de qut kir, li aliyekî din jî li cem bajarê Seraqib jî rêyên M4 û M5 kontrol kirin. Bi wê yekê rê hat sekinandin.
Di şerê navbera çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” û hêzên hikumeta Şamê ku di 28ê Mijdarê de pêk hat li gundewarê Heleb û Idlibê de 121 çete û 61 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên SOHRê di şerê 27ê Mijdarê de 99 çete û 54 leşkerên Şamê, bi giştî 153 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyan Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) di 28ê Mijdarê de 22 gundên herêma Helebê xistine bin kontrola xwe.
Çeteyên HTŞê ji destpêka Mijdarê heta 20ê Mijdarê 80 êriş li dijî bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk anîn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di dawiya meha Mijdarê de êrişên bi balafirên xwekuj ên FPV zêde bûn û di 20 rojên ewil ên Mijdarê de 80 êriş li dijî bakurê rojavayê Sûriyeyê hatine pêkanîn.

17 DAIŞê hatin kuştin 

Di rojên dawî de êrîşên DAIŞê jî zede dibin. Di operasyonên artêşa Iraqê yên li dijî DAIŞê yên 2 hefteyên dawî de 17 DAIŞî hatin kuştin.
Fermandariya Hêzên Hevpar ragihand, balafirên F-16 yên artêşa Iraqê kozikên çeteyên DAIŞ’ê yên li Çiyayê Hemrînê bombebaran kirin û di encamê de 4 çete hatin kuştin.
Di 23ê Mijdarê de li Kerkûkê yek jê serçete, 7 çeteyên DAIŞê hatin girtin. Dîsa li Dola Zexîton a Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞê hatin kuştin
Du çete hatin girtin
Di 21ê Mijdarê de Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihand di encama operasyonên wan de li parêzgeha Bexda û Enbarê 2 çeteyên DAIŞê hatine girtin.
Çeteyên DAIŞê teqîna ku di 17ê Mijdarê de li nêzî navçeya Xurmato pêkhatî kû di encamê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bibûn, girt ser xwe.
Li Dola Zexiton ya sînorê bajarê Kerkûkê artêşa Iraqê bi balafirên şer êrişî kozikin çeteyên DAIŞê kir û di encamê de 4 çete hatin kuştin. Li Dola Zexiton ya sînorê bajarê Kerkûkê artêşa Iraqê kozikin çeteyên DAIŞ’ê bombebaran
Di 14ê Mijdarê de Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan di serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞê li tevahî deverên zêdeyî 79 DAIŞî girtine.

Etîket: DAIŞHelebHeyet Tehrir El ŞamHTSŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

19 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

14 NÎSAN 2026
Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

13 NÎSAN 2026
Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (412)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne