Meşa Dirêj ku di 21ê çile de dest pê kir, di roja 23an de li Saint Avold dewam kir. Çalakvan 23 rojin bajar bi bajar li ser azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan niqaşan dikin
Çalakiya Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de 21ê çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, di roja 23an de li bajarê Saint Avold ê Fransayê dewam dike. Çalakvanên Meşa Dirêj ku hatin qada Rue Lemire ya bajar, li vir bi Kurdistaniyan re li hev civiyan.
Siyasetmedar Ferhat Encu jî beşdarî çalakiyê bû. Çalakvan û Kurdistaniyên ku govend gerandin, piştre dest bi meşê kirin. Çalakvanên ku di bin barana zêde de bi coş meşiyan, belavokên derbarê pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û Meşa Dirêj de belav kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi can bi xwîn em tere ne Ey Serok” û bi Fransî “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hatin berzkirin.
Li pêşiya Şaredariya Saint Avold danezan hate xwendin. Piştre çalakvan ji bo panela ku bi tevlîbûna Siyasetmedar Ferhat Encu pêk were, derbasî cihê lokalê bûn.
Çalakvanên Meşa Dirêj sibê derbasî Strasbourgê bibin ku nêzî 130 km dûr e.