• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hikûmeta demkî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

    Hikûmeta demkî nahêle alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

    Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

    Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

    YPJê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn kir

    YPJê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn kir

    Ciwanên tevlî berxwedanê bûn bi girseyî hatin pêşwazîkirin

    Ciwanên tevlî berxwedanê bûn bi girseyî hatin pêşwazîkirin

    Şandeya hikûmeta demkî û rêveberiya Zeviyên Rimêlanê civiyan

    Şandeya hikûmeta demkî û rêveberiya Zeviyên Rimêlanê civiyan

    Rozerîn a ku bi îşkenceyê hatibû girtin piştî 10 salan hate berdan

    Rozerîn a ku bi îşkenceyê hatibû girtin piştî 10 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li Peyasê Roja Zimanê Zikmakî dê bê pîrozkirin 

Amed / AW

14 SIBAT 2025 - 12:20
Kategorî: ÇAND
A A
Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî dê panel, dîwana dengbêjan, şahiya zarokan û serdana dikandaran pêk bîne. 
Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de bi çalakiyên cuda pîroz dike. Çalakî dê dora hefteyekê bidome. Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê bernameyên ku amade kiriye eşkere kir. Gerînendehî di wiha dibêje: “Sînorê zimanê me sînorê nasnameya me ye. Ji ber vê em roja zimanê zikmakî ya navnetewî di rojekê tenê de asê nahêlin û weke pîrozbahî em ê hefteyekê bidin ber xwe û pîroz bikin.”
Bernameya ku ji aliyê Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê ve hatiye amadekirin wiha ye: 
16ê Sibatê:  Li Akademiya Zanistê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir şahiyeke navxweyî çêbibe. Her wiha dê ev xebat ji bo xwendekarên li Aydin Erdem û Alî Emîrî jî vekirî be.
17ê Sibatê: Dê bi awayekî girseyî serdana bazara taxê ya li pişt Ceylanê AVMê bê kirin û kartên fêkî û zerzewatan dê li bazarvanan û dikandaran û li welatiyan bên belavkirin.
18ê Sibatê: Li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî dê panel û şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin. Bi dirûşma “Deng û Dîwan”, bi moderatoriya Bêrîvan Matyar, wek axaftvan û panelîst Weysî Varlî û Serwet Denîz beşdar dibe. Di heman demê de dîwana dengbêjan ji dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî li dar dikeve.
18ê Sibatê: Li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê”, bi moderatoriya Dîlan Guvenç, wek axaftvan û panelîst Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî beşdar dibe.
19ê Sibatê: Li Kargeha Hunerê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir û li saziyên me yên perwerdehiyê şahiyek bê lidarxistin.
20ê Sibatê: Zarokên Perperîkeyê dê ligel malbatên xwe û xebatkarên Perperîkeyê biçin serdana Mala Dengbêjan û li dengbêjan guhdarî bikin.
21ê Sibatê: Li Xalxalokê dê şahiyek bê lidarxistin û 21ê Sibatê were pîrozkirin.
Etîket: 21ê sibate21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya CîhanêçandhunerKurdîŞaredariya Peyasêziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Xalxalok û Perperikê xebata ‘Sêva Mêxekrêj’

Li Xalxalok û Perperikê xebata ‘Sêva Mêxekrêj’

9 SIBAT 2026
Jin eleqe nîşanî kursên ‘xweparastinê’ didin

Jin eleqe nîşanî kursên ‘xweparastinê’ didin

5 SIBAT 2026
Şandeya KNKê bi şandeya Kurdî ya Hevbeş re civiya

Şandeya KNKê bi şandeya Kurdî ya Hevbeş re civiya

31 ÇILE 2026
Betlaneya dibistanên Zarokistanê dest pê kir

Betlaneya dibistanên Zarokistanê dest pê kir

16 ÇILE 2026
Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

27 KANÛN 2025
Yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê li benda çapkirinê ye

Yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê li benda çapkirinê ye

27 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (354)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne