Şaredariya Peyasê di çarçoveya “Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn” de, vê carê bi niştecihên Gundê Esentepeyê re civiya. Hevdîtinên ku ji bo tax û gundên girêdayî navçeya Peyasê tên lidarxistin, bi beşdariyeke berfireh û çalakiyên cihêreng pêk tên.
Şaredariya Peyas a Amedê di çarçoveya “Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn” de bi şêniyên gundê Esentepeyê yê navçeya Peyas a Amedê re civiya. Hevdîtinên ku ji bo tax û gundên girêdayî navçeya Peyasê tên lidarxistin bi eleqeyeke mezin tê pêşwazî kirin. Di çalakiyên ku li 26 cihên cuda hatine plankirin de, tîmên şaredariyê xizmetên berfireh pêşkêş kirin. Cîgirên hevşaredaran jî beşdarî çalakiyan bûn û rasterast bi hemû niştecihan re hevdîtin kirin.
‘Armanc, geşkirina çanda jiyana hevpar e’
Ji bo zarokan boyaxkirina rû, lîstik û çalakiyên sporê, ji bo ciwanan bernameyên taybet, ji bo jinan atolye hatin lidarxistin û hemû niştecihên gund di kontrola tenduristiyê re hatin derbaskirin. Her wiha ji bo astengdar û kal û pîran xizmetên lênihêrîna kesane hatin pêşkeşkirin. Tîmên gerok ên şaredariyê bi standên amadekirî li gund xizmetên cuda pêşkêş kirin û daxwazên niştecihan bi awayekî rasterast hatin guhdarîkirin. Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku bi gel re bên gel hev, daxwaz û pêşniyazên wan bên guhdarîkirin, hevgirtina civakî bê xurtkirin û çanda jiyana hevpar were geşkirin. Rayedarên Şaredariya Peyasê diyar kirin ku bi van hevdîtinan dixwazin pirsgirêkan zûtir û bi bandortir çareser bikin. Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn wê di tevahiya demsala havînê de li tax û gundên cuda yên navçeyê berdewam bikin.






















