Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi beşdariya hezar û 200 xwendekarên dibistanên serateyî, kargehên perwerdehiya ekolojîk û veguherînê li dar xist. Di bin dirûşma ‘Şahiya Veguherîna Ekolojîk’ de, zarokan di atolyeyên pratîkî de cih girtin, hem zanîna xwe ya derbarê jiyana ekolojîk de zêde kirin û hem jî bi xwezayê re pêwendiyeke xurt ava kirin
Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi beşdariya hezar û 200 xwendekarên dibistanên serateyî, kargehên perwerdehiya ekolojîk û veguherînê li dar xist. Şaredariya Peyasê armanc dike ku parastina jîngehê, pêşxistina vezîvirandinê û kêmkirina bermahiyên di hemû warên jiyanê de bide naskirin.
Hezar û 200 xwendekarên dibistanên seretayî kom bi kom beşdarî kargehan bûn ku li Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojîk a di nav Parka 75an de hatibûn organîzekirin. Di bin dirûşma ‘Şahiya Veguherîna Ekolojîk’ de, zarokan di atolyeyên pratîkî de cih girtin. Di van atolyeyan de çalakiyên wekî ‘Çêkirina Çenteyên Paçikî’, ‘Rêwîtiya Tovan’, ‘Ji Kaxizên Avêtî Çêkirina Kaxizan’ û ‘Çêkirina Êmdankên Çûkan’ hatin lidarxistin. Bi van çalakiyên destan, zarokan hem zanîna xwe ya derbarê jiyana ekolojîk de zêde kirin û hem jî bi xwezayê re pêwendiyeke xurt ava kirin. Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî ya şaredariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan di 13yê Gulanê de dest bi van atolyeyan kiriye û di seranserê salê de bi kêfxweşî hezar û 200 xwendekar pêşwazî kirine û daxuyaniyek parvekirin.
Şaredariya Peyasê da zanîn ku zarok û ciwanên ne tenê li ser vezîvirandinê lê her wiha li ser hilberîna domdar û hişmendiya jîngehê fêr bûn û wiha got: “Bi rêya çalakiyên pratîkî, wan dît ku gavên biçûk çawa dikarin bibin sedema guherîneke mezin. Em bawer in bi saya van serpêhatiyan guherîneke berbiçav di nêzîkatiya zarokan a li hember xwezayê de çêbûye.”
Şaredariya Peyasê diyar kir ku xebatên ji bo bilindkirina hişmendiya jîngehê, teşwîqkirina vezîvirandinê û pêşxistina şêwazeke jiyanî ya hevseng bi xwezayê re, dê di demên pêş de jî bidomînin.
















