• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatî: Îmralî hêviyê dide

    Welatî: Îmralî hêviyê dide

    ROJEVA 27Ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 27Ê TÎRMEHA 2025an

    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Welatî: Îmralî hêviyê dide

    Welatî: Îmralî hêviyê dide

    ROJEVA 27Ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 27Ê TÎRMEHA 2025an

    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP: Divê demildest birêz Ocalan azad bibe

Amed / AW

15 SIBAT 2025 - 10:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DBPê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêk hat diyar kir ku îradeya çareseriyê ya Abdullah Ocalan komployê pûç kiriye û got: “Birêz Ocalan ji bo aştî, çareserî û azadiyê kedeke mezin dide, divê demildest azad bibe.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî salvegera 26emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abddullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser komployê û hewldanên Ocalan ên aştî û çareseriyê.

Daxuyaniya bi sernavê, “Îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan Komploya Navneteweyî vala derxist!” bi vî rengî ye:

“Li ser Komploya Navneteweyî ya ku li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk hat, 26 sal derbas bûn. Ji 15ê Sibata 1999an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan ve tevî nirxên hiqûqî û mafên mirovan tên binpêkirin. Di bin siya vê rastiyê de bandorên komployê îro jî bi her awayî dewam dikin.

Feraseta ku şer û qeyranan ji gelan re rewa dibîne, 26 sal beriya niha di şexsê birêz Ocalan de hewl da têkoşîna demokrasi, azadî û wekheviya gelan tasfîye bike. Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo xist meriyetê, li aliyekê 3yemîn Şerê Cîhanê derxist asteke nû, li aliyê din lêgerîna civaka demokratîk a ku ji Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike, hedef girt.

Lê, hêzên komploger di her kêliyên vê pêvajoyê de tu caran biserneketin. Lewre, birêz Ocalan ê ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike li Rojhilata Navîn û Ewropa’yê ket nav lêgerînan, di bin tecrîda giran de jî hewldanên xwe yên çareseriyê domand û Girava Îmraliyê veguhest qada berxwedanê. Bi vê yekê ve birêz Ocalan helwesteke dîrokî meşand. Ev helwest û biryardarî tevî armancên komploya navnetewî yek bi yek vala derxist.

Paradîgmaya Ocalan û modela Rojava

Îro di bingeha tevî qeyranên civakî û siyasî yên ku li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên jiyan de, pirsgirêka Kurd cih digre. Li hember vê rastiyê, wekî ku di Modela Rojava de jî derket holê, paradigma û fikren birêz Ocalan ji qeyranan re dibe nexşerêya çareseriyê. Divê neye jibîrkirin ku, ferasetên siyasî yên ku vê rastiyê înkar dikin, tu caran nikarin hebûna xwe bidomînin. Birêz Ocalan, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad ve rêya avakirina jiyaneke azad nîşanê gelan da. Gelên Rojava yên ku guh dan birêz Ocalan, bi berxwedana xwe ya bêhempa, feraseta birêz Ocalan xistin meriyete û wek modela jiyana azad a gelan Şoreşa Jinê ya Rojava diyarî cîhanê kirin. Modela Rojava ya ku îro jîn dide çolistanan, li hember feraseta serdest a zilaman, bi pêşengiya jinan ji tevî têkoşînên cîhanê re dibê hêz û hêvî. Jinê ku ji Şoreşa Jinê ya Rojava hêz digrin, felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji Rojhilat heya Hîndistanê li tevahiya cîhanê xistin meriyete û xeta têkoşîna gerdûnî ava kirin.

Hewldanên çareseriyê û azadiya Ocalan

Birêz Ocalan wek îradeya çareseriyê, hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, Tirkiyê demokratîk bike, her wiha hewl dide ji gel, jin, nasname û baweriyan re jiyaneke wekhev û aştiyane ava bike. Ji ber vê yekê jî, hevdîtînên ku îro bi wî re pêk tên, li ser navê aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke mayînde gelek girîng in. Divê ev pêvajo bi gavên pratîk li pêş bikeve.

Divê neyê jibîrkirin ku; çareserî û aştiya ku birêz Ocalan hewl dide bixe meriyetê, têkoşîna avakirina civak û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê jî, ji bo avakirina bingeha muzekereya demokratîk, divê birêz Ocalan ê ku ji bo tifaqa stratejik a Kurd û Tirkan û ya herêmî kedeke mezin dimeşîne, demildest azad bibe.

Em car din dubare dikin; birêz Ocalan bi nexşerê û îradeya xwe ya çareseriyê ve ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina vê îradeyê jî berpirsyarî û peywireke dîrokî ye!”

 

 

Etîket: 15ê SibatêAbdullah OcalanDBPKomploya Navneteweyî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

26 TÎRMEH 2025
Pêvînayîşê Heyetê Îmrali û Wezîrê Edaletî dest pêkerd

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinê daxuyanî da

26 TÎRMEH 2025
‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

26 TÎRMEH 2025
Wextê pêvînayîşanê Heyetê Îmraliyî dîyar bi

Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî

25 TÎRMEH 2025
Şandeya Îmraliyê bi Ozgur Ozel re hevdîtin kir

Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

25 TÎRMEH 2025
Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan ji saziyên navneteweyî re name şandin

Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan ji saziyên navneteweyî re name şandin

25 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (510)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne