Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 26 sal berê pêk hatibû, bi meşek girseyî hat şermezarkirin. Piştî meşê ev daxuyanî hat dayîn: “Werin em tev bi hev re kolan û qadan tije bikin û azadiya birêz Ocalan bînin ziman. Divê ev roj di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”
Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi armanca şermezarkirina salvegera 26emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partiyê, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên demokratîk û bi sedan welatî li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) civiyan. Piştre girseyê pankarta li ser “Em ê roja tarî veguherînin roja azadiyê” nivîsandîbû vekirin û li pişt pankartê ji qadê heta ber Mizgefta Mezin a Amedê meş li dar xist. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Jin jiyan azadî” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” berz kirin.
‘Bi tayînkirina qeyûm peşkê li pêvajoyê dixin’
Meşê li ser Cadeya Gazî dewam kir û li ber Mizgefta Mezin bi dawî bû. Liv ir daxuyanî hat dayîn. Ewilî Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku desthilat bi tayînkirina qeyûman dixwaze peşkê li pêvajoya ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve tê destpêkirin bixe û got ku ew desteserkirina îradeya gelê Kurd qebûl nakin. Abbas Şahîn binçavkirina Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun şermezar kir û xwest Dogan Hatun demildest bê berdanê.
Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû daxuyanî da û komploya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şermezar kir.
Paşê jî Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyaniya bi sernavê, “Îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan Komploya Navneteweyî vala derxist!” xwend.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li ser Komploya Navneteweyî ya ku li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk hat, 26 sal derbas bûn. Ji 15ê Sibata 1999an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan ve tevî nirxên hiqûqî û mafên mirovan tên binpêkirin. Di bin siya vê rastiyê de bandorên komployê îro jî bi her awayî dewam dikin.
Feraseta ku şer û qeyranan ji gelan re rewa dibîne, 26 sal beriya niha di şexsê birêz Ocalan de hewl da têkoşîna demokrasi, azadî û wekheviya gelan tasfîye bike. Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo xist meriyetê, li aliyekê 3yemîn Şerê Cîhanê derxist asteke nû, li aliyê din lêgerîna civaka demokratîk a ku ji Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike, hedef girt.
Lê, hêzên komploger di her kêliyên vê pêvajoyê de tu caran biserneketin. Lewre, birêz Ocalan ê ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike li Rojhilata Navîn û Ewropa’yê ket nav lêgerînan, di bin tecrîda giran de jî hewldanên xwe yên çareseriyê domand û Girava Îmraliyê veguhest qada berxwedanê. Bi vê yekê ve birêz Ocalan helwesteke dîrokî meşand. Ev helwest û biryardarî tevî armancên komploya navnetewî yek bi yek vala derxist.
Jiyana azad û modela Rojava
Îro di bingeha tevî qeyranên civakî û siyasî yên ku li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên jiyan de, pirsgirêka Kurd cih digre. Li hember vê rastiyê, wekî ku di Modela Rojava de jî derket holê, paradigma û fikren birêz Ocalan ji qeyranan re dibe nexşerêya çareseriyê. Divê neye jibîrkirin ku, ferasetên siyasî yên ku vê rastiyê înkar dikin, tu caran nikarin hebûna xwe bidomînin. Birêz Ocalan, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad ve rêya avakirina jiyaneke azad nîşanê gelan da. Gelên Rojava yên ku guh dan birêz Ocalan, bi berxwedana xwe ya bêhempa, feraseta birêz Ocalan xistin meriyete û wek modela jiyana azad a gelan Şoreşa Jinê ya Rojava diyarî cîhanê kirin. Modela Rojava ya ku îro jîn dide çolistanan, li hember feraseta serdest a zilaman, bi pêşengiya jinan ji tevî têkoşînên cîhanê re dibê hêz û hêvî. Jinê ku ji Şoreşa Jinê ya Rojava hêz digrin, felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji Rojhilat heya Hîndistanê li tevahiya cîhanê xistin meriyete û xeta têkoşîna gerdûnî ava kirin.
Divê ev roj bibe roja azadiya birêz Ocalan
Birêz Ocalan wek îradeya çareseriyê, hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, Tirkiyê demokratîk bike, her wiha hewl dide ji gel, jin, nasname û baweriyan re jiyaneke wekhev û aştiyane ava bike. Ji ber vê yekê jî, hevdîtînên ku îro bi wî re pêk tên, li ser navê aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke mayînde gelek girîng in. Divê ev pêvajo bi gavên pratîk li pêş bikeve.
Divê neyê jibîrkirin ku; çareserî û aştiya ku birêz Ocalan hewl dide bixe meriyetê, têkoşîna avakirina civak û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê jî, ji bo avakirina bingeha muzekereya demokratîk, divê birêz Ocalan ê ku ji bo tifaqa stratejik a Kurd û Tirkan û ya herêmî kedeke mezin dimeşîne, demildest azad bibe.
Em car din dubare dikin; birêz Ocalan bi nexşerê û îradeya xwe ya çareseriyê ve ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina vê îradeyê jî berpirsyarî û peywireke dîrokî ye!
Divê ev peywir bibe rojeva esasî ya siyaset û civakê. Di heman demê de di serî de gele Kurd û gelên azadî û demokrasîxwaz em bang li tevahiya gelan dikin; hêzên komploger 26 sal beriya niha roja 15ê Sibatê ji gelan re kirin ‘Roja Reş’. Lê divê ev taritî êdî perçe bibe. Divê roj bibe roja azadiyê. Werin em bi hev re li tevî kolan û qadan tije bikin û azadiya birêz Ocalan bînin ziman. Divê di 26emîn salvegera wê de roja 15ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê!
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.