Balafirên şer ên Dewleta Tirk girê gundê Sêvê yê gundewarê Kobanê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li bajarê Kobanê nûçe dişopîne, balafirên şer ên artêşa Tirk beriya girê gundê Sêvê yê gundewarê bajarê Kobanê bombebaran kir. Nûçegihan tu agahiyên der barê zerarên madî û windahiyan de bi bîr nexistin.
Artêşa Tirkiyeyê her roj bi balafirên şer, tang û topan herêmê bombe dike. Di encama bombebaranê de mirov tên kuştin, xweza wêran dibe û zerarên maddî çêdibin.