Li Parîsê endamên Neonazî êrîşî Komeleya ACTITê kirin û ciwanekî endamê Young Struggleyê birîndar kirin. ACTITê xwest ku êrîşkar bên girtin û ji saziyên ku sersarî kirine hesab bê pirsîn.
Komeleya ACTITê ya ku di bin banê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AVEG-KON) de li paytexta Fransa Parîsê xebatên xwe dimeşîne, di saetên êvarê de rastî êrîşa koma faşîst a neonazî ya Fransî KOB WEILLE hat. Hat ragihandin ku faşîstan bi kêr û qesetûran êrîşî Komeleya Karkerên Koçber û Çandê yên Tirkiyeyî (ACTIT) kirin. Êrîşkaran êrîşî ciwanên endamên rêxistina ciwanên sosyalîst Young Struggle (YS) ên li komeleyê bûn kirin û di encamê de ciwanek bi giranî birîndar kirin.
ACTIT’ê daxuyanî da û êrîş şermezar kir. ACTITê da zanîn ku armanca vê êrîşê bi awayekî eşkere pêşîlêgirtina rêxistinbûna karkarên koçber û têkoşîna ciwanên antî-kapîtalîst û antî faşîst ên li dijî faşîzm û nîjadperestiyê xwe birêxistin dikin.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî bang li hemû şoreşger, demokrat û welatparêzan kir ku xwedî li komeleya ACTIT’ê derkevin.
Rêxistina ciwanên şoreşger Young Struggle (YS) ragihand ku hevrêyên wan ên li Parîsê di dema bernameyê fîlmê ya antîfaşîst a li komeleya ACTIT’ê de ji aliyê koma faşîst KOB VEILLE ya Fransî ve rastî êrîşê hatine. Young Struggle ragihand ku di êrîşa 30 faşîstan de hevrêyek wan bi kêr û daran hate birîndarkirin û niha li nexweşxaneyê ye.