Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand û 16 gundên bajar ketine destê HTŞê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyan. Lê di raporên dawîn de hat gotin ku hêzên Şamê venekişiyane. Li Idlibê jî, çeteyan ragihand ku bajarê Meret Numan û Xan Şêxon xistine bin kontrola xwe. SOHRê destnîşan kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyane û anî ziman ku karwanên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê ji Hemayê ber bi Humsê ve vekişiyane. SOHRê diyar kir ku çeteyên HTŞê 16 gundên Hemayê xistine bin kontrola xwe.
Li aliyekî din jî hêzên Şamê got ew hîna li nuqteyên xwe yên li bakur û rojhilatê Hemayê ne û amade ne bersiva êrişên çeteyan li dijî Hemayê bidin.