Barîna berfê ya zêde li Wanê rêya 264 gundan ji çûn û hatinê re girt.
Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê barîna berfê dest pê kiriye. Bi taybetî li bajarên herêma Serhedê barîna berfê zêde ye. Ji şevê din heta niha li Wanê berf dibare û ji ber berfê rêya 264 gundan hate girtin. Li navçeya Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê rêya 2 gundan, li Ebexê rêya 17 gundan, li Şaxê rêya 100 gundan, li Erdîşê rêya 14 gundan, li Westanê rêya 20 gundan û li Payîzavayê jî rêya 40 gundan ji çûn û hatine re hatin girtin. Barîna berfê ya li Wanê didome.