Di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDKê de 51 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 30 kes hatin girtin û yên mayîn bi biryar hepsa malê û kontrola edlî hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê roja 18ê Sibatê li dijî pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) lêpirsîn dabû destpêkirin. Operasyon di serî de li Stenbolê û li 10 bajaran hatibû birêvebirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 51 kes hatibûn binçavkirin. Duh binçavkiriyan sewqî Edliyeya Çaglayana Stenbolê kirin. Heta derengiya şevê îfadedayînê berdewam kir. Rojnamevan û stranbêj jî di nav de 30 siyasetmedar hatin girtin û 21 kes jî bi biryarên şertên kontrola edlî û hepiskirina malê hatin berdan.
Dozgeriyê û dadgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îfadeyên siyasetmedaran wergirt. 30 kes bi heman îdiayê hatin girtin.
30 kes hatin girtin
Navê kesên hatin girtin, ev in: Atilla Ozdogan, Ece Yildiz Karabacak, Ozlem Feza Sezer Bayram, Yakup Kadri Karabacak, Aynur Cengiz, Ayşe Bengi Çelik, Dilek Pos, Erkin Baran Goyluler, Kardelen Taş, Melek Kizilca Ok, Şengul Erdogan, Ayşe Panuş, İlknur Menengeç, Mehmet Saltoglû, Elîf Akgul (rojnamevan), Ercument Akdenîz (rojnamevan), Yildiz Tar (rojnamevan), Îbrahîm Halît Elçî, Tarik Yildiz, Zeyfu Fakîr, Alya Akkuş, Esengul Demîr, Melîk Kayhan Pala, Osman Zorba, Pinar Aydinlar (stranbêj), Saîme Oguzhan, Sema Barbaros Durmuş, Semîha Şahin, Berfin Azdal, Ahmet Saymadi, Emrecan Bayram.
Mustafa Mayda û Alî Mişe li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Kesên ku derbarê wan de biryara hepsa malê hatine dayîn, ev in: Filor Uluk, Mehmet Turp, Ender Îmrek, Mehmet Aslivar, Mehmet Ozcan, Taner Guven, Yildiz Îmrek, Îzzettîn Yaman, Yazgulu Yildirim, Yunus Ozturk, Nurcan Kaya, Nacî Sonmez, Şeref Can Dilaver.
Kesên li dadgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, ev in: Duygu Karadayi, Fîlîz Çay, Murvet Hande Bultan Oz, Şenol Karakaş, Gulsum Agaoglû.