• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Em li vir in

Navenda Nûçeyan /AW

22 SIBAT 2025 - 14:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê, di hefteya 1039emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn û xwestin edalet cihê xwe bibîne.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, di hefteya 1039an de li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û kuştin pirsîn. Dayikan xwestin kiryar bên darizandin edalet pêk bê. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan kon bûn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mûrat Yildiz ê ku di sala 1995an de hate windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Sebla Arcan daxuyanî xwend. Sebla Arcan, anî ziman ku tevî barîna berfê, ji çar aliyê bajêr hatin û li Qada Galatasarayê kom bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em li vir in, ji ber ku em nizanin ku piştî hezkiriyên me hatin binçavkirin çi çi hatiye serê wan. Di şert û mercên ku dewletê hemû deriyên xwe li me girtiye, mafên me tên paşguhkirin. Darazê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re qut kiriye. Siyasetê jî hêza xwe ya çareseriyê winda kiriye. Em ne tenê ji bo windahiyên xwe, ji bo demokrasî û serweriya hiqûqê jî têdikoşin.”

Sebla Arcan, serpêhatiya Murat Yildiz ê ku 30 sal beriya niha di dema binçavkirinê de hatiye windakirin vegot û bal kişand ser lêgerîna hiqûqî. Sebla Arcan, da zanîn ku çiqas sal jî derbas bibin, dê ji bo Murat Yildiz û hemû windahiyan lêgerîna xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin û got: “Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî di çalakiyê de axivî û got: “Murat Yildiz di binçavande de hat windakirin, lê ne tenê winda bû, hemû qeyd û dosyayên aîdî wî jî hatin windakirin. Dema me li ser çarenûsa dosyayê lêkolîn dikir, hat gotin ku dosya mehekê di arşîvê de ye. Lê dema me berê lê nihêrî tu carî dosyayek wisa yê Yıldız tune bû. Di deftera dozgeriyê de nota “întîxar kir” hatibû nivîsandin, lê îfadeyên gelek caran yên diya wî yên windayan û serlêdan û daxwazên wê yên ji bo dîtina wê nehatin girtin. Dosya ji destpêkê ve bi îdîaya întîxarê hat girtin û tenê ji bo polîsên ku bûne sedema windabûna Mûrat Yildiz hatiye vekirin, cezayê pere hatiye birîn, lê ev ceza jî nehatiye dayîn.”

Piştre dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî axivî û got: “Min bi destê xwe kurê xwe bir. 30 sal e ez li kurê xwe û edaleta xwe digerim. Binêrin edalet çi kiriye, her der bi têlan hatiye dorpêçkirin. Ev jî karê AKP’ê ye. Ez di salvegera wefata dayika Berfo de bi rêzdarî, bejna xwe ditewînim.”

Piştî axaftinan çalakvanan qurnefîl danîn qadê û çalakî bi dawî bû.

Etîket: Dayikên AştiyêHanife YildizMurat Yildiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

28 HEZÎRAN 2026
Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

26 HEZÎRAN 2026
Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

25 HEZÎRAN 2026
Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

24 HEZÎRAN 2026
Dayîkê Aştî do semedê şîyayîşê Îmralîyî muracat bikerê

‘Werin em dest bidin hev û aştiyê ava bikin’

18 HEZÎRAN 2026
Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (815)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne