Enqere – Ji endamên Meclîsa Dayikên Aştiye Behiye Yalçin diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêk nayê, Sebîhe Bozan jî bang li dayikên lêşkeran ên di şer de jiyana xwe ji dest dane kir û got: “Werin em destê hev bigirin û bi hev re aştiyê ava bikin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an dest pê kiriye hêj jî rojeva sereka ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Komîsyona Meclise ya di çerçoveya pêvajoyê de li meclise ava bûye tevî zêdetirî 4 meh in xebatên xwe bi dawî kirinê jî ji bo çêkirina qanûnan hê jî plansaziyeke diyarkirî tune ye. Çavê raya giştî ya demokratîk jî li meclisê ye ku beriya bikevê batlaneyê dest bi çêkirina qanûnan bike. Dirêjkirina pêvajoya çêkirina qanûnan baweriya pêvajoyê qels dike û di civakê de jî fikaran ava dike.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Sebîhe Bozan û Behiye Yalçin ku bi salanê ji bo aştiyê têdikoşin, tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên dawî yên derbarê pêvajoyê de axivîn.

‘Tevgera Azadî ya Kurdistanê hemû gav avetin’
Dayika Aştiyê Sebîhe Bozan diyar kir ku Tevgera Azadî ya Kurdistanê ji bo pêşketina pêvajoyê hemû gavên ku dikevê ser milê xwe avetine û wiha axivî: “Şêr tişteke kûl û derd e, êş û xizaniye talan û xirabûne ji xwe re tîne. Bi banga birêz Bahçelî em kelêcan bûn. Me got dibe ku aştiyeke lêz û bez çêbibe lê mîxabin ew sal û nîveke dewlete ji bo aştiyê tişteke berbiçav nekir. Tenê li meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê karê xwe jî pir hêdî meşand. Daxwaza raya giştî ya demokratîk ew bû ku komîsyon biçe cem birêz Ocalan. Lê komîsyon herî dawî çû cem birêz Ocalan. Bandora birêz Ocalan hem li ser PKKê û hem jî li ser pêvajoyê heye. Heke bangavaziya Birêz Ocalan nebûna tu hêzekê nedikarî li PKKê çêkê bide berdan. Rêxistinê li ser banga birêz Ocalan hemû gavên dikevin li ser milê xwe avetin.”
‘Divê şert û mercên Serokatî bên başkirin’
Sebîhe Bozan destnîşan kir ku tevî gavên ji aliyê Tevgera Azadî ya Kurdistanê ve hatinê avetin jî ji aliyê dewletê ve pêvajo hêdî tê bi rêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke qanûn neyên çêkirin bi hezaran Gerîla dê çawa tevlî siyaseta demokratîk bibin. Heke gerîla werin û piştrê bên girtin em teqez qebûl nakin. Divê girtiyên siyasî jî werin berdan. Bi sedan hevalên me di zindanan de nexweşin û emrê van di girtîgehan de derbas bû. Divê hemû girtiyên me jî bên berdan. Her wiha divê şert û mercên Serokatî bên zelalkirin. Divê Serokatî di nav şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe. Weke Dayikên Aştiyê divê em bikaribin bi Serokatî re hevdîtinê bikin. Divê yên li Ewropanê jî bikarin êdî vêgerin welat. Lê dewlet hê jî dibêje ‘Tirkiyeyê bê teror.’ Birêz Ocalan dibêje heke Komar Demokratîk bûna û gel nehatina tunehesibandin, ew pirsgirêk jî nedibû û hewcedarî bi şerê çekdarî jî nedibû. Divê di demeke herî nêz de şert û mercên pêvajoyê pêk bînin û aştiya bi rûmet ava bikin.”
‘Divê em destê Serokatî xurt bikin’
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî anî ziman ku weke Dayikên Aştiyê ew bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bi kêfxweş in û wiha axivî: “Em dixwazin aştiyeke bi rûmet pêk were. Bila xwîn neyê rijandin û çêk neyêne bikaranîn. Serok bikaribe bi hemû kesan re dan û standin bike û hemû kes jî bibin kirdeyê pêvajoyê. Divê endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandinê tevlî siyaseta demokratîk bibin û baweriya gel ji pêvajoyê çêbibe. Divê em jî ji bo aştiyê destê Serokatî xurt bikin. Baweriya me bi Serokê me ye. Em hatin li meclise û em jî axivîn. Me di meclise de jî got; zarokên me ji bo ziman û hebûna xwe têkoşiyane. Em ne teslîmbûnê lê aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ji bo wê jî divê zimanê çapemeniya wan jî biguherê û ne bi zimanekî dijminatiyê lê bi zimanekî ku pêvajoyê diparêze tevbigere.”
‘Ji bo aştiyê destê xwe bidin hev’
Di dawiya axaftina xwe de Dayika Aştiye Behiye Yalçin bi lêv kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî nabe û wiha pê dê çû: “Rêberê Gelê Kurd di nav çar divara de be dê çawa çaraserî pêkan be? Aştî çawa dê pêk were? Em aştiyeke ku Serokatî ne azad e naxwazin. Em aştiyeke ku Rêberê Gelê Kurd azad be û di nav gelê xwe de be dixwazin. Her wiha hemû dilgirtiyên me divê bên berdan. Em aştiyeke bi vî rengî dixwazin. Dayikên Kurd her tim ji bo aştiyê têkoşiyanê. Divê dayikên Tirk ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest danê jî destê xwe bidin me û em bi hev re aştiyê ava bikin. Em vê êş ê parve bikin. Bi salanê hestiyên zarokên xwe digerin em hestiye zarokên xwe nabînin. Ew 30 salê min hestiye kêça xwe nedîtiye ez nizanim bê ka kêça min li kû derê ye. Hestiyên zarokên me êdî bila bi kargoyan neyên. Em dixwazin aştiya bi rûmet pêk were.”












