• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

    Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredara Mexmûrê: Dest datînin ser vîna kurdan

Armanc Herekol /AW

23 SIBAT 2025 - 08:09
Kategorî: ROJANE
A A
Mexmûr – Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen, têkildarî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina şaredariyên kurdan got: “Bi zanabûn dest datînin ser şaredariyên kurdan. Aliyekî dibêjin pêvajo û aliyekî jî qeyûman tayîn dikin. Em li benda peyama Rêber Apo ne. Em ê li gorî peyamên Rêber Apo tev bigerin. Divê gelê kurd vîna xwe biparêzin.”

Her ku diçe bertek û nerazîbûnên gel û saziyan a li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê zêdre dibin. Bertek û nerazîbûnek jî ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat. Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi tûndî şermezar kir. Fatma Bîlen ev kiryar weke binpêkirina vîna gelê kurd bi nav kir.

‘Vîna gelê Kurd tê xespkirin’

Hevşaredar Fatma Bîlen di destpêka axaftinên xwe de tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Wanê bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Piştî hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, hikumeta AKPê bi zanabûn nêzikatiyek wiha li dijî kurdan da pêkanîn. Vîna gelê kurd tê xespkirin. Em vê yekî qebul nakin û şermezar dikin. Îro em dibînin ku gelê kurd li dijî vê plana qirêj xwedî li vîna xwe derdikeve û li kolananin. Gelê Wanê di hilbijartinan de vîna xwe hilbijart, lê em dibînin niha ew vîn tûne tê hesibandin.”

‘Armanc tunekirina kurdan e’

Hevşaredar Fatma Bîlen di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser tûndî û êrişên dewleta tirk ên li ser rojnamevan, gel û xebatkarên ku ji bo parastina vîna xwe li kolanan têdikoşin û wiha pêde çû: “Bi zanabûn şaredariyên kurdan dikin hedef. Her roj êrişî rojnamevanan, xebatkar û gelê kurd dikin. Armanc tunekirina kurdan e. Hevşaredarên me yên Bakûr digirin û vîna me tûne dihesibînin. Ev yek nayê qebulkirin. Emê serî li wan netewînin. Heta ku em şaredariyên xwe bi dest nexin, emê helwestên xwe mezintir bikin. Ji Mexmûrê em slavan dişînin, em bi gelê xwe yê Wanê re ne.”

‘Pêvajo bi qeyûman çênabe’

Hevşaredar Fatma Bîlen tayînkirina qeyûman weke lewaziya dewletê bi nav kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dibêjin emê pêvajoyekî bidin detspêkirin û aliyekî jî êriş dikin. Şaredariyên me xesp dikin. Ev yek nayê qebulkirin. Bi van kiryaran, di çavê kurdan de xwe biçûk dixin. Baweriya me bi dewletê nîne. Qaşo dibêjin emê aştiyê bînin, ev leyîstokeke. Em bawer nakin. Ger ku dewlet rast nêzî pêvajoyê bibe, divê di serî de dest ji van qirêjiyan berde. Piştî hevdîditina bi Rêber Apo re êrişî li ser Rojava, rojnamevan û şaredariyên me zêde bûne. Ev yek lewaztiya wan û bê cidiyeta wan dide diyarkirin.”

‘Ji Mexmûrê silav ji Wanê re’

Herî dawî Hevşaredara Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fatma Bîlen anî ziman ku gelê kurd di ferqa planên li ser Rêber Apo, şaredarî û gelê kurd tên meşandin de ne û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Em wek gelê kurd, ne kurdên berê ne. Emê hertim li dijî zilm û bê heqiyê li ser lingan bin. Em carekdin berxwedana gelê Wanê silav dikin. Em di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibin. Ji bo wê em li benda peyama Rêber Apo ne û emê li gor wê peyamê di pêvajoyê de cih bigirin. Divê gelê kurd xwedî li vîna xwe derbikeve.”

Etîket: Fatma BîlenHevşaredarMexmûrQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

29 NÎSAN 2026
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026
Serlêdanên pêşbirka Denîz Firat destpê kir

Serlêdanên pêşbirka Denîz Firat destpê kir

26 NÎSAN 2026
Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

8 NÎSAN 2026
Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

4 NÎSAN 2026
Li Mîhrîcana 4ê Nîsanê coşa pêşbirkan

Li Mîhrîcana 4ê Nîsanê coşa pêşbirkan

3 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (403)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne