• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cîhan Celo: Li ser êzidiyan metirsiya qirkirinek nû heye

Medya Bal / AW

26 SIBAT 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Cîhan Celo ji bo qanûnên ku li Iraqê hatine qebûlkirin got: “Guhertina yasaya di 10 saliya fermanê de ku hin komên olî yên şîa bi komên sunî jî piştgirî danê re, dê girtiyên DAIŞê azad bibin. Efûya girtiyên DAIŞê û zêdebûna komên cîhadîst yên li derdora Şengalê, metirsiya qirkirineke nû çêdike.”

Iraqê di salvegra 10emîn a Fermana Êzidiyan a 3yê Tebaxa 2014an de li parlamentoya Iraqê guhertina Zagona Rewşa Kesane û Zagona Efûya Giştî xist rojeva xwe. Bi Zagona Rewşa Kesane re dê zarokên keç di 9 salî de û zarokên kur jî di 15 saliya xwe de karibin werin zewicandin. Bi zagona Efûya Giştî re jî dê çeteyên ku tev li qirkirina Êzidiyan bûne werin berdan.

Qanûnên ku di nav civaka Iraqê de rastê gelek nîqaşan hat di 21ê Sibatê de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatin erêkirin. Piştre jî ji aliyê serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ve hat îmzakirin û di rojnameya fermî ya Iraqê de hat belavkirin.
Di 21ê sibatê de Encûmena Bilind a Dadweriyê fermana bicihanîna Yasaya Efûya Giştî da dadwerên hemû parêzgeh û navçeyên Iraqê.

Em der barê qanûnên ku hatine qabûlkirin, bandora wan a li ser civakê û serbestberdana DAIŞiyan ku di kuştina bi hezaran Êzidiyan de û dîlgirtina ji 6 hezarî zêdetir jin û zarokan de rol listine de bi hevseroka MXDŞê Cîhan Celo re axivîn.

Hevseroka MXDŞê Cîhan Celo di destpêka axaftina xwe de komkujiya 74an a ku di 3yê Tebaxa 2014an de li ser civaka Êzidî pêk hatibû bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ji deh sal bêhtir dem ji ser komkujiyê re derbas bûn lê heta niha hikûmeta Iraqê li hemberî civaka Êzidî û şengaliyan bi erk û berpirsyariyên xwe ranebûye, jenosîdê nasnekiriye û sûcdar dadgeh nekirine. Ferman ne tenê encama êrîşên DAIŞ bû di heman demê de encama îxaneta PDKê û hikûmeta Iraqê ku ev civak bi tenê hiştin û radestî çetan kirin e.”

Metirsiya qirkirina nû

Hikûmeta Iraqê qanûnên navborî di Tebaxa 2024an ango salvegera 10emîn a komkujiyê de kir rojevê. Cîhan Celo ji bo hilbijartina dîrokê û metirsiya biryarên ku hatine girtin wiha axivî: “Di 10emîn salvegera fermanê de Iraqê li şûna ku li hemberî şengaliyan û civaka Êzidî bi erk û berpirsiyariya xwe rabe, biryara efûya giştî ango efûya çeteyên DAIŞî da. Guhertina yasaya di 10 saliya fermanê de ku hin komên olî yên şîa bi komên sunî jî piştgirî danê re, dê girtiyên DAIŞê azad bibin. Efûya girtiyên DAIŞê yên ku li dijî jinên Êzidî komkujî pêk anîn û zêdebûna komên cîhadîst yên li derdora Şengalê, metirsiya qirkirineke nû mezin dike. Di heman demê de bi van biryaran parlamenterên niha û hikûmeta Iraqê bûne hevparê jenosîdê û berdewamiya qirkirina civaka Êzidî. Ji her êrîş û sûcên qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî dê hikûmeta Iraqê bixwe berpirsyar be.”

Hişmendiya DAIŞê

Cîhan Celo diyar kir ku Zagona Rewşa Kesane re dê zarokên di bin 18 salî de werin zewicandin û dê ev li ser mijarên malbatê, zewacê, hevberdan û mîrasê guhertinan pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ev qanûn zihniyeta DAIŞê ya ku zarokên 9 salî didin zewicandin rewa dike ye. Ev yek rewşek gelek zehmet bi xwe re tîne û xeteriyek mezin e li ser tevahî civaka Iraqê. Zagona Rewşa Kesane tê wateya kuştina jin û jiyanê, tevî ku ev qanûn ji aliyê Dadgeha Bilind a Iraqê ve hat redkirin, lê ji aliyê serokomariya Iraqê ve hat qebûlkirin. Tevgerên jinan ji bo ku ev zagon neyê erêkirin demeke dirêj têkoşiyan, lê dîsa jî hişmendiya mêrperest vê qanûnê fermî kir.”

‘Divê ev qanûn bên betalkirin’

Hevseroka MXDŞê Cîhan Celo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi Qanûna Rewşa Kesane re dê mezhebperestî di nava civakê de kûr bibe, mafên jin û zarokan ku tu carî nehatine parastin, wê hîn bêtir bên binpêkirin. Ji bo em karibin jiyanek rast bijîn em bang li hikûmeta Iraqê û serokkomar dikin ku yasaya Desthilatiya Dadgehên Olî û Efûkirina girtiyên DAIŞê betal bikin. Divê ew berpirsiyariya van qanûnên ku wê di jiyana jin û zarokan de bibe sedema hilweşînên mezin û sûcên exlaqî betal bikin. Efûya sûcdarên qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî wê bibe sedema teşwîqkirina sûcên nû. Herwiha em bang li civaka Iraqê û jinên Iraqî dikin ku li hemberî van zagonan bibin yek, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bang li hêzên navneteweyî, saziyên parastina mafên jin û zarokan bikin. Dîsa bang li welatên ku jenosîdê nas kirine ku li hemberî van rewşan xwedî helwest bin da ku civaka Êzidî rastî fermanên nû neyê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

7 ADAR 2026
Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

7 ADAR 2026
Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

7 ADAR 2026
Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

7 ADAR 2026
Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

7 ADAR 2026
‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (266)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne