Koma Îlahiyatvanên Tirkiyeyê ya Wanê (Van Türkiye İlahiyatlılar Topluluğu) di parvekirineke xwe ya li ser medyaya dijîtal de rûyê jinekê sansur kir.
Koma Îlahiyatvanên Tirkiyeyê ya Wanê (Van Türkiye İlahiyatlılar Topluluğu) ku di Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de xebatê dike, di parvekirineke xwe ya li ser Instagramê de rûyê jinekê sansur kir. Sansurkirina rûyê jinê weke bêtehemuliya li dijî jinan hat pênasekirin û xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî sansurkirina rûyê jinê dan.














