Bi hatina biharê re kûlilkan navçeya Artemêtan a Wanê xemiland û dîmenên rengîn derketin holê.
Di 10 salên dawî de Wanê zivistana herî dijwar derbas kir û niha amadehiya biharê dike. Piştî zivistaneke zehmet û têr befir, biharê rûyê xwe nîşanî Wanê da. Kûlîlkên cur be cur li ber perava Behra Wanê derketin û dîmenên rengîn derxistin holê. Bi germbûna hewayê re welatiyên Wanê jî berê xwe didin peravê û bi ahenga biharê re demên xweş derbas dikin.














