Serokê Şaredariya Beykozê yê CHPî Alaattîn Koseler hat binçavkirin.
Serokê Şaredariya Navçeya Beykoza Stenbolê Alaattîn Koseler jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ji ber sûcê “di îhaleyê de hîle kirine” der heqê 4 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya heman lêpirsînê de der heqê 17 kesan de jî ji ber sûcên “di îhaleyê de hîle kirine” û “ji bo sûc bikin rêxistin ava kirin, endamtiya rêxistin û alîkarî” biryara girtin, binçavkirin, lêgerîn û desteserkirinê hate dayîn. Şaredar Alaattîn Koseler jî di nav de 4 kes di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.