Kesên banga dîrokî bi kurdî û tirkî bixwînin diyar bû. Banga dîrokî ya bi kurdî Ahmet Turk û ya bi tirkî jî dê Pervîn Buldan bixwîne.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina sêyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtinê vegeriyan. Şande, hate Hotêla Elît a Worldê.
Dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a bi Kurdî Ahmet Turk û ya bi Tirkî jî Pervîn Buldan bixwîne.