Şandeya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî îro çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin vegeriyan û gihiştin Otela Elîte Word a Stenbolê û li vir peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan parve dikin.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji 7 kesa n pêk tê, piştî ji Îmraliyê vegeriya derbasî Otela Elite World bûn û li vir Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a dîrokî bi raya giştî re parve dikin. Şandeya ku ji siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, wekîlên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, daxuyaniyê didin çapemeniyê. Daxuyanî bi kurdî Ahmet Turk û bi tirkî jî Pervîn Bûldan dixwîne.