Li Qada Şêx Seîd a Amedê bi hezaran kes bi coş û kelecan li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” guhdarî û pêşwazî kirin.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê banga “Civaka Aştî û Demokratîk” bangek dîrokî kir. Li Amedê jî bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) kom bûn û li banga dîrokî ya Ocalan guhdar kirin. Di saetên nîvro de ji navend û navçeyên Amedê û her wiha ji bajarên Şirnex, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Çewlig, Riha, Dîlok, Meletî, Dêrsim, Semsûr û navçeyên wan bi hezaran welatî hatin qadê û li bangê guhdarî kirin. Li qadê posterê Ocalan hat vekirin û pankarta û dovîz hatin hildan.
Beriya daxuyaniya banga dîrokî bê dayîn, Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka DBPa Amedê Sultay Yaray axaftinên kurt kirin û behsa girîngiya peyama Ocalan kirin.
Ji heft salî heta heftê saliyan her kes bû guhdariyê li bangê kir. Beriya daxuyanî dest pê bike, girseyê li ber stranan govend gerand û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re berz kirin û dengê dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan da. Bi hezaran welatî bi coş û kêfxweşî pêşwazî li banga Abdullah Ocalan kirin.
Dema daxuyanî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî hat xwendin, gelek welatî hestwar bûn û giriyan û rondikan barandin. Piştî peyam bi dawî bû dirûşm hatin berzkirin.