Rojnameger Îkram Balekanî bal kişand ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku peyameke dîrokî û rojeke dîrokî bû. Li hemû cîhanê deng veda. Îkram Balekanî destnîşan kir ku divê êdî dewlet agirbestê îlan bike û Abdullah Ocalan serbest berde.
Şandeya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk dihat, di 27ê sibatê de çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re 4 saetan hevdîtin kirin. Piştî hevditinê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Stenbolê bi raya giştî re parve kirin. Dema peyam saet di 17.00’an de li Otela Elit Worldê hat xwendin, bi sed hezaran li gelek navendan daketin qadan û bi hevre li peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan guhdar kirin. Peyame li hemû welatên cîhanê deng veda û bi baldarî hat şopandin. Têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Rojnameger Îkram Baldkanî beşdarî bernameya Mêvanek û Mijarek a Rojnameya Xwebûnê bû û nirxandinên girîng kir.
Mohra xwe li rojeva cîhanê da
Rojnameger Îkram Balekanî ewil li ser teyisandina peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li Kurdistan û cîhanê rawestiya û wiha got: “Rojeke dirokî bû peyameke dîrokî bû. Mirov dikare bibêje mohra xwe li rojeva cîhanê jî da. Li hemû qadan deng vedan. Hem ji aliyê gel ve û hem jî ji aliyê medya ve hat şopandin. Peyam li Stenbolê bi raya giştî re hat parvekirin. Ev cihekî dîrokî û stratejîk bû. Dîsa bi milyonan kurd li vir dijîn. Cihekî sembolîk û dîrokî ye. Stenbol wekî bajarekî kurdan tê dîtin û li vir peyam ewil bi kurdî hat xwendin.Dîsa gel bi girseyî ev peyam pêşwazî kir. Li Amed, Wan, Silêmanî, Şengal, Hesekê, Kobanê, Qamişlo, Reqqa û Helebê li gelek navendan bi sed hezaran daketin qadan û li peyamê guhdar kirin. Dîsa di aliyê medya de jî deng veda. Nûçeyên lezgîn derbas kirin. Di serî de Reuters û gelek medyayên cîhanê cihekî taybet da peyamê. Piştî wê bi lez û bez rayedarên cîhanê jî daxuyanî dan.”
Nûnerên dewletan eleqeyek mezin nîşanî peyamê dan
Rojnameger Îkram Balekanî da zanîn ku piştî peyamê Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, Serokwezkîrê Almanyayê daxuyaniyên erênî dan û wiha got: “Rayedarên Almanyayê gotin ‘çi ji destê me bê em ê bikin’. Qesra Spî ya DYAyê daxuyanî da. Yekîtiya Ewropa (YE) NYê dayuyanî dan. Cara yekem e Neteweyên Yekbûyî (NY) eleqe nîşan da. Gotin ev ji bo çareseriyê çirûskeke ronahiyê ye. Dîsa daxuyaniya îngîlîstanê balkêş bû. Îngîlîstan diyar dike ku du alî li ser serdestiya hiqûqê di meslea aştiyê de li hev bikin. Li başûrê Kurdistanê jî eleqeyek baş dît. Rêveberên hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî, Necîrvan Barzanî, Bafil û Qûbat Talabanî peyamên erênî dan. Dr. Muhamed Yusif piştgiriya peyamê anîn ziman. Li aliyê Rojava Mazlum Kobanî, Salîh Muslim, Aldar Xelîl piştgirî dan peyamê. Raya giştî ya cîhanê jî dibêje ‘Rêzdar Ocalan careke din şens daye çareseriyê û rêya çareseriyê vekiriye’ Bi rastî ji aliyê nûnerên partî û dewletan jî eleqeyek mezin hebû.”
‘Rêber Apo berpirsiyarî da dewletê’
Rojnameger Îkram Balakanî anî ziman ku heyet ji 7 kesan pêk dihat û wiha axivî: “Hevserokên DEM Partiyê jî di nav şandeyê de hebûn. 4 saetan hevdîtin pêk anîne. Li wir Rêber Apo name xwend. Ev daxuyanî bi 3 kamerayan hatiye qeyd kirin. Piştî daxuyaniyê bi hevre xwarin xwarine. Piştre çûne baxçeyê Girava Îmraliyê wêne kişandine. Lê rayedarên dewletê vîdeo nedane şandeyê. Rêber Apo nîşeyek daye şandeyê. Gotiye piştî we peyam xwend vê notê parve bikin. Di vê nîşanê de dibêje ‘Bi şertê ku zemîna hiqûqî û siyasî pêk bê, pêkan e.’ Bi vê yekê bar û berpirsiyariyê dide dewletê. Peyamê dide dewleta tirk. Dewleta tirk ji îro û pêve, divê zemîna hiqûqî û siyasî amade bike. Ji ber vê yekê ev nîşe gelek girîng bû. Dîsa Mihemed Emîn Pencivînî gelek caran bûye qasid û di hevdîtinan de cih girtiye.”
‘Zêdeyî salekê ye rayedarên dewletê hevdîtinan dikin’
Îkram Balekanî bal kişand ser gotina Serokê CHPê Ozgur Ozel û wiha berdewam kir: “Dibêjin ev hevdîtin bi rayedarên dewletê re zêdeyî salekê ye pêk tê. Dibêjin çend çaran Erdogan û çend caran Bahçelî bi xwe çûne bi Rêber Apo re hevdîtin kirine. Îro serokê CHPê Ozgur Oel dibêje Erdogan jî di navde heyetek hevdîtinan pêk tîne. Dibêje yek jê payebilindê dewletê 4 kes bi Rêber Abdullah Ocalan re muzakereyan dike. Dîsa dibêje bi pêşengiya Erdogan Hiqûqnas yek jê endamê Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê ye. 20 kes di aliyê hiqûqî de li ser vê yekê dixebitin lê Erdogan xwe vedişêre. Eger pêvajo baş pêş bikeve Erdogan heye, Lê na eger paş pêşve neçe tune ye. Dibêje madem ku te dest pê kiriye, li vê pêvajoyê bibe xwedî.”
‘Divê dewlet di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtiyan serbest berde’
Rojnameger Îkram Balakanî li ser naveroka peyamê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Gelek caran gelek şirove têne kirin û têne gotin. Gelê kurd jî û gelê cîhanê jî di navde gelek kes Rêber Apo baş fam nakin. An jî dema fam dikin dereng fam dikin. Heta ku fam dikin 10-15 sal şûnde fam dikin. Ez çend mînakan bidim. Dema Rêber Apo ji bo parçeyên din ên Kurdistanê got ‘Partiyan ava bikin’ û piştî wê PYD PJAK û partiyên din hatin avakirin. Gelek kesan wê demê rexne dikir. Digotin her kes dibe yek partî, lê PKK xwe parçe dike û dibe gelek partî. Piştî 10 salan me dît, bi pêşengiya PYDê Rojavayê Kurdistanê azad bû. Dema partiyên li Bakurê Kurdistanê pêş ketin, Rêber Apo pergalek nû pêş ket, got: “Em DTPê ava bikin. Dema DTP ava kir, her kesî dîsa rexne dikir. Di got ‘Kurd ji holê rabûn û bû Partiya Tirkiyeyê. Piştî demekê me dît ku benda hilbijartinê pûç bû. Niha bang li PKKê dike. Dibêje bila kongreya xwe çêke û xwe fesih bike. Ev tê çi wateyê? PKKê di sala 1999an navê xwe guhert. KADEK avakir. Kongre çawa tê avakir. Delegeyên xwe kom dike. Kongreya xwe pêk tîne, niqaş dike û li gorî gavên dewletê avêtiye dê biryaran dide. Divê di nava hefteyekî de dewlet meclisê kom bike, komîsyonekê ava bike. Di serî de Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî serbest berde.”
Ev destpêka serdema nû ye
Îkram Balekanî bal kişand ser milê PKKê jî û wiha pêde çû: “Aliyê PKKê çi dibêje? Wê rojê Murat Karayilan daxuyanî da û got ‘Gerîla vefadî ne. Tenê li Rêberê xwe guhdar dikin. Raste ez berpirsê gerîla me. Lê ez bi xwe jî gerîlla me. Ez nikarin bêyî Rêber Apo fermana kongreyê bidim. Biryara fesihkirinê bidim.’ Dibêje lazim e Rêber Apo azad bibe û bi xwe karibe mudaxale bike. Bi xwe karibe bi rêve bibe. Niha em bên ser meseleya PKKê. PKK dê çi bibêje. Hemû kes li benda vê yekê ne. Lê divê Dewlet rêya Rêber Apo veke û Rêber Apo azad bibe ku karibe kongreyê kom bike. Dema kongre kom bibe jî nayê wê hateyê ku her tişt xelas bû. PKK dê bi rêbazeke nû, tarzeke nû û pergaleke nû dest bi xebata xwe bike. Kesên moralê xwe xera dikin, bila şaş fam nekin. Têkoşîn didome. Hêzên ku kurdan biparêzin heye. Pergala ku bi felseya Rêber Apo hat sazkirin û parastinê bike heye. Di nava gur û çeqelan de ûrîs hebû. Amerîka hebû. Esad hebû. DAIŞ hebû. Lê dîsa jî gotin ‘Bi rêya sêyem kî me nas bike em jî wan nas dikin.’ Niha li Rojava pergalek ava kirine û 13 sal in didome. Rêber Apo 50 sal in siyasetê dike. Fermandarên kurd 50 salin siyasetê dikin. Rojhilata Navîn analîz dikin. Niha dixwazin mudaxaleyî vê yekê bikin. Dixwazin pêşengtiya guhertin û veguhertinê bikin. Ev teslîmîyet nîne. Ev destpêka serdemeke nû ye.
Abdullah Ocalan hemû amûrên êrîşê pûç kir
Rojnameger Îkram Balakanî da zanîn ku kê kengî qala kurdan bikiraya bi navê PKKê pêşiya wan digirtin û wiha pêde çû: “Digotin ‘Na heyran em ne li dijî Kurdan in. Em li dijî PKKê ne’ Malbata Barzanî jî digot ‘Tirkiye ne li dijî kurdan e. Li dijî PKKê ye.’ Amarîka dibêje PKK terorîst e û xistine lîsteya xwe ya ‘Teror’ê. Ewropa bi henam rengî. Vê yekê li pêşiya hemû xebatên kurdan ên siyasî û dîplomatîk dikin asteng . Niha li dijî vê yekê Rêber Apo dibêje ‘Ezê vê çekê ji wan bistînim. Rêber Apo dibêje ezê vê amûra di destê Tirkiyeyê de ji destê wan derxim. Dibêje ‘Ezê zimanê wan ê êrîşkar bibirim û rê li pêşa siyaset, dîplomasî û parastina hemû nirxên kurdan vekim.’ Rêber Apo hemû hincetê ku Tirkiyeyê xwe dixist pişt wê û li cîhanê digeriyan, ji destê dewletê derxist. Rêber Apo bi sekna xwe hemû amûr û arguman pûç kirin. Rêber Apo bi vê hamleyê rê darbe li gelek tirkan xist. Hemû hincetê ku dinyayê xwe dixist pişt wê û êrîş dikir niha pûç kir. Rêbr Apo bi tîrekê çend nîşan xistin xwarê. Rê li pêşiya dîplomasiya kurdan vekir. Rêber Apo careke din kurd anîn rêza yekem a cîhanê. Kesên ku PKK dikir hincet dê rûpolê tevan bikeve xwarê. Rêber Apo bêje ‘Madem hûn dibêjin PKK dibe asteng, kerem bikin Ez PKKê fesih dikim. De kerem bikin çareser bikin.”
Îkram Balekanî anî ziman ku gelê kurd bi vê peyamê tiştek winda nekir û got: “Kurdan dijberî windakirinê gelek maf bi dest xist. Kurdan bi vê yekê careke din ji cîhanê re got ‘Eger dewlet çareseriyê û aştiyê dixwaze em amade ne.’ Lê tiştek winda nekirin. Eger dewlet dê meclisê kom bike, zagonan biguherîne, nav, nasname, çand û zimanê kurdan qebûl bike û girtiyên kurdan tevan berde wê demê dê gav bên avêtin. Eger dewlet gavan navêje, ew çek dîsa di destê kurdan de ne û dê kurd dîsa parastina xwe bikin. Dê şer bêtir gurtir û geşdir bibe.”
Divê dewlet gavên siyasî û hiqûqî bavêje
Îkram Balakanî bal kişand ser gavên ku dewlet bavêje û wiha berdewam kir: “Ev tişt yek alî pêş nakeve. Dewlet heta ku êrîşên xwe ranewestîne, ev mesele çareser nabe. Divê dewlet pêşîn agirbestê îlan bike. Divê Tirkiye kurdan qebûl bike û êrîş neke. Divê Rêber Apo serbest berde ku karibe xebatên ku qala çareseriyê dike bike. Tenê bi bangê çek nayê berdan. Divê rê û rêbaz bêne guherdin. Divê mafê hiqûqî û siyasî bên nasîn. Eger mafê ziman, çend û nasnameyê qebûl bike û ziman qebûl bike, eger statuya kurdan qebûl bike û girtiyên kurd tevan berde, wê demê dê dê ev pêvajo bidome. Ev tişt yek alî nabe. Şertê pêşî divê agirbest bê rawestandin û dewlet vê yekê pêk bîne. Divê ewil dewlet êrîşên xwe bisekinîne. Divê di serî de Rêber Apo serbest berdin ku karibe bi nûnerên din re hevpeyvînekê çêkin û karibe van xebatên danîye pêşiya xwe pêş bixe. Divê di serî de rêyên hiqûqî û siyasî bên vekirin ku çek bên berdan. Rêber Ocalan di hevdîtina bi Omer Ocalan de jî gotibû ‘Ez amade me. Hêza min heye. Lê divê aliyê hiqûqî û siyasî şert bên avakirin. Di aliyê hiqûqî de divê meclis her tiştî bike qanûn. Di aliyê siyasî de jî divê rê li pêşiya kurda û PKKê bê vekirin û karibe siyasetê bike.”
Rojnameger Îkram Balakanî li ser kî çi bike jî rawastiya û got: “Li vir barê kiran dikeve ser milê DEM Partiyê. DEM Partî li ser vê yekê 3 rojan vê nexşerêyê niqaş bike. Dîsa bar dikeve ser DBPê û rêxsitinên kurdan. Divê zorê li dewletê bikin ku mijarê bînin meclisê û zemîna hiqûqî amade bikin. Divê di serî de mafê heviyê yê Rêber Apo saz bike. Hemû girtiyên siyasî serbest berdin. Divê dewlet gavan bavêje. Ku dewlet gavan navêje nabe. Kurdan heta niha 8 caran agirbest îlan kiriye.”
Îkram Balakanî liser rola çapemeniyê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Divê çapemenî rola xwe rastk bilîze. Divê sekn û helwesta kurdan bibîne. Divê daxwazên kurdan bibîne. Rêber Apo qala pergala demokratîk dike. Ev yek dê bandorê li ser hemû Rojhilata Navîn bike. Divê saziyên sivîl û çapemeniyê rastiyê bi gel û raya giştî bide famkirin ku ev ne teslîmîyet e. Divê diyar bike ku bang û xebat nû dest pê dike. Divê çapemenî êdî hemû heqîqetê bi raya giştî re parve bike. Divê çapemenî jî karibe gavên şênber bibîne û bide xuyakirin. Divê çapemeni karibe biçe cem Rêber Apo û bi Rêber Apo re hevdîtinan bike.”