• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Civînên gel ên li gundan didomin

    Civînên gel ên li gundan didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Civînên gel ên li gundan didomin

    Civînên gel ên li gundan didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûncer Bakirhan: Divê sererastkirinên hiqûqî demildest bikevin meriyetê

Navenda Nûçeyan /AW

2 ADAR 2025 - 13:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna Meclisa Partiya xwe de axivî û got: “Bang hate kirin. Divê êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî demildest bikevin meriyetê. Meclis jî bi roleke mezin re rû bi rû ye. Mûxatabeke vê bangê jî Meclis e.”

Hewceye sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê. Divê neyên taloqkirin. Divê hincet neyên nîşandan. Di vê mijarê de roleke dîrokî dikeve ser milê Meclisê jî. Belkî jî di van 50 salan de Meclis bi lîstina roleke pir girîng re rû bi rû ye.

Lijneyên rayedar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara civînê dan. Meclisa Partiyê (PM) û hevserokên bajaran bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê ya li Balgatê civiyan. Sibe jî dê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li avahiya li Buklumê bicive.

Tûncer Bakirhan beriya civînê axivî. Bakirhan, bal kişand ser meha Remezanê û hêviya aştî û xwişk-biratiyê kir.

‘Bangek girîng û erênî bû’

Bi domdarî Tûncer Bakirhan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Banga jinûveavakirinê û veguherînê kir. Bang kir ku bi rê û rêbazên nû yên demokratîk li ser zemîna demokrasiyê pêvajo pêş bikeve. Girîng bû. Xwest êdî pêvajo ji zemîna şerê 50 sal in didome derbasî zemîna demokrasiyê bibe û pirsgirêk bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bibe. Bangekî girîng û erênî bû.”

‘Serdema nû dê bibe serdema guherîn û veguherînê’

Tûncer Bakirhan, diyar kir ku ew bangê gelek watedar dibînin û wiha berdewamkir: “Navê bangê jî gelek girîng bû. Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bû. Em jî civîna ewil a piştî vê bangê li dar dixin. Ji ber ku di bangê de ji bo guherîn û veguherînê tenê bang li desthilatê nayê kirin, li partiyên siyasî, li me û li her kesî dike. Serdema nû dê bibe serdema guherîn û veguherînê. Em ê nexşerêya wê jî îro di civîna PM’ê de nîqaş bikin.

Em ê li ser polîtîkayên xwe yên serdema nû nîqaş bikin

Em ê li ser nêzikatî, çalakî, gotin û polîtîkayên xwe yên serdema nû nîqaş bikin. Ji bo pêvajo civakî bibe weke DEM Partiyê em ê li her derên em lê birêxistinkirî yan jî ne bi rêxistinkirî çalakiyan li dar bixin û ji bo rast bê fêmkirin û bigihije asta tê xwestin, nîqaşan bikin. Me îro Meclisa xwe ya partiyê ji bo mezinkirina hêviya çareserî û aştiyê civand. Lê hewceye tiştekî zelal bikim; em hemû rêhevalên xwe yên bi keda xwe bûn wesîleya vê pêvajoyê û niha ne di nav me de ne jî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em soz didin ku dê ked û bedela wan bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin. Dixwazim silavekî jî ji birêz Ocalan re bişînim. Ji ber ku tevî hemû rewşên neyînî, tevî zimanê jehrî û gefan jî wî ev roj afirand. Kedek a wî ya mezin heye. Em silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin ku bi vê bangê zemîna nîqaşkirina aştiyê ya li Tirkiyeyê ava kir.

Divê aştiyeke birûmet teqez bê vî welatî

Em ê bixebitin. Gelên Tirkiyeyê piştî ewqas êşan êdî aştiyeke birûmet heq dikin. Divê aştiyeke birûmet teqez bê vî welatî. Banga birêz Ocalan jî mudaxileyeke wêrek û dîrokî ya vê rabûrdiya biêş e. Dixwaze têkiliyên Kurd û Tirkan ên rê li ber êşê vekirine jinûve sererast bike û ji bo vê gavê diavêje. Di esasê xwe de banga birêz Ocalan ne bangeke nû ye. Raya giştî jî pê dizane, ji salên 93yan heta niha gelek caran bangên bi heman rengî kir û nexşerê eşkere kir. Lê mixabin ev bang û nexşerê hatin paşguhkirin. Carnan rastî sabotaj û provakasyonan hat û xera bûn. Tevî van rewşên neyînî û sabotajan jî ev bang hate kirin û ev yek nîşaneya seknekî biryardarî û sebrê ye. Divê ev bang vala neçe û destê hatiye dirêjkirin li hewa nemîne. Ji bo vê jî herî zêde peywir dikeve ser milê PM ya me. Peywir dikeve ser milê muxalefet û desthilatê. Heyf e ku ev bang tenê weke bangekî bimîne. Divê seknekî li gorî wate û girîngiya wê were rabekirin. Ev peywira me tevan e.

Êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî ferz e

Ji bo bang veguhere bangên şênber, êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî ferz e. Li benda bangê bûn û vaye bang hate kirin. Piştî bangê, rêxistinê bersiveke erênî û pozîtîf da. Hewceye sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê. Divê neyên taloqkirin. Divê hincet neyên nîşandan. Di vê mijarê de roleke dîrokî dikeve ser milê Meclisê jî. Belkî jî di van 50 salan de Meclis bi lîstina roleke pir girîng re rû bi rû ye. Mûxatabeke vê bangê jî Meclis e. Ji bo gav bên avêtin û ji bo sererastkirinên qanûnî û makezagonî Meclis zemîneke gelek girîng e. Hêvîdarim di rojên pêş de Meclis di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û sererastkirinên pêwîst bike.

Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê

Em di serdema nivîsandina çîrokeke nû de ne. Îro bêhtir derfet hene ku em çîrokeke tê de şer tune ye, mirov jiyana xwe ji dest nadin, aboriya welêt vala vala nayê xerckirin û mirov bi hev re û wekhev dijîn binivîsin. Lewma gelek biqîmet e. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev pêvajo bi çepik û rexneyan nameşe. Em li çepikan dixin lê peywirên mezin dikevin ser milê me. Divê em van baş bicih bînin û bêhtir bixebitin. Yên ku divê ji duh bêhtir bixebitin hûn endamên PM’ê û hevserokên me yên bajaran e. Ma li dijî çi tiştê vê banga ku dê êşên 50 sal in didomin bi dawî bike û şer bi dawî bike derdikevin? Tenê sedemekê ve dibe ku hebe, ew jî dibe ku hin kes ji pêvajoya şer û êşê rantê dixwin.

Bila kesek ji vê berpirsyartiyê nereve

Tu luksa kesekî nîne vê pêvajoyê têk bibe. Ev bang, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê her kesên Tirkiyeya demokratîk dixwazin. Bila kesek ji vê berpirsyartiyê nereve. Pêşîlêgirtina vê pêvajoyê, bi rastî jî dê bibe xerabiyeke pir mezin a li dijî gelê Tirkiyeyê. Divê ev bang teng neyê destgirtin û ji bo berjewendiyên teng ên partiyî neyê bikaranîn. Ev dê bibe xerabiyeke mezin. Bangekê ku pêşeroja hevpar esas digire baş e, divê mirov pîroz bike û piştgiriyê bidê. Ev bang mirov bi kelecan dike. Dê aştî bi me tevan bide qezenckirin. Dê bi Kurdan bide qezenckirin.

Xwedî derketina li bangê peywîra her kesên welatparêz e

Ji ber ku zilma herî mezin li Kurdan hate kirin û sepanên herî dijdemokratîk li dijî wan hatin kirin. Ne tenê bi Kurdan, bi Elewiyan û hemû bawerî û kedkaran jî dê bide qezenckirin. Ji ber ku 3-4 trîlyon dolarên vî welatî ji bo parastin û ewlehiyê tên xerckirin. Bi hatina aştiyê re ev budçe dê ji bo kedkar, teqawid û her aliyên civakê bên xerckirin. Cara ewil e dê welatê me ji gelek aliyan ve qezenc bike. Xwedîderketina li bangê, peywira her kesên welatparêz e.

Helwesta Bahçelî biqîmet e

Heke pêvajoyeke xapandinê nebe, divê êdî zimanê klasîk û gotinên klîşe ji muxataban re neyên kirin. Di serî de dixwazin vê ji her kesî re bibêjim. Herî zêde jî dixwazin ji desthilatê û endamên wan re bibêjim. Her wiha em helwesta Bahçelî ya li dijî bangê û helwesta PKKê biqîmet dibînin. Duh got; ‘Em ê destûrê nedin ev bang were têkbirin.’ Ev biqîmet e. Belê birêz Bahçelî, destûrnedayina vê bi temînatên demokratîk û hiqûqî yên ku dê ruhê biratiyê biparêze dibe. Lewma jî divê temînatên hiqûqî tavilê bikevin meriyetê. Ji ber ku her pêvajo ji enfektebûnê re musaîd in. Di demên berê de jî hate dîtin û di tecrûbeyên cîhanê de jî li ber çav e. Divê ev pêvajo neyê dirêjkirin û neyê enfektekirin. Yek j berpirsyartiya mezin a dikeve ser milê me tevan jî ev e.”

Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

21 TÎRMEH 2025
DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

21 TÎRMEH 2025
Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

21 TÎRMEH 2025
Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

21 TÎRMEH 2025
Berdana girtiyê 30 sal in girtî ye, du car in taloq dikin

Berdana girtiyê 30 sal in girtî ye, du car in taloq dikin

21 TÎRMEH 2025
Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

21 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (404)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne