Navenda Nûçeyan – Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wekî peyameke dîrokî panese kir û got: “27ê Sibatê mîlad e. Ev bang hem hêviyê dide me û hem jî me kelecanî dike.”
Di 1ê cotmehê de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê li meclisê serdana koma DEM Partiyê kir û destê xwe dirêjî Hevserokên DEM Partiyê kir. Piştre xwest Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li meclisê bang bike û bixwaze rêxistin xwe fesih bike û çekan berde. Li ser vê bangê di 23ê cotmehê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir. Wê demê Abdullah Ocalan peyamek gelek kurt û kûr da raya giştî. Got ‘Tecrîd didome. Eger şert û merc bêne avakirin, ez di aliyê teorîk û pratîk de amade me ku zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.’ Piştî wê li ser navê DEM Partiyê heyetek hat avakirin û di 22ê kanûnê û 28ê kanûnê de du caran çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 28ê kanûnê de nexşerêya ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir û berpirsiyarî da ser meclisê, partiyên siyasî, rexistinên civakî û hemû beşên civakê. Piştî ku heyetê bi gelek partî û rêxistinan re hevdîtin kir, di 27ê Sibatê de dîsa çû îmraliyê û vegeriya. Vê carê Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke ku wekî manîfestoyê ye bi raya giştî re parve kir. Çapemeniya kurd, Tirkiye û cîhanê eleqeyek awarte û pir mezin nîşanî daxuyaniyê de. Wekî ku hemû çapemeniya li Stenbolê bi salan e li benda vê peyamê ye ket pêşbirga weşanê. Gelek saziyên çapemeniyê weşanên zindî kirin û di heman kêliyê de peyam bi gelên cîhanê re parve kirin. Abdullah Ocalan bi kurd û cewher peyama “Banga aştî û civaka demokratîk” ku naveroka wê gelek dewlemend e û wekî manîfestoyê ye bi raya giştî re parve kir. Li dehan bajarên Kurdistanê kurd û dostên kurdan daketin qadan û li peyama Abdullah Ocalan guhdar kirin. Piştî peyam hat parvekirin, nûnrên dewletan, partiyên siyasî û rêxistinên cîhanê peyama Abdullah Ocalan nirxandin û erênî dîtin.
Mîlad e
Yek ji kesên ku bi salan e ji bo aştiya civakî û demokrasiyê têdikoşe parazvanê mafên mirovan û Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal e. Akin Bîrdal, ji Ajansa Welat (AW) re axivî û 27ê Sibatê wekî rojek mîladî pênase kir.
Akin Bîrdal, anî ziman ku wan tevan bi hevre li vê bangê guhdar kir û wiha got: “Ev peyama ku di 27ê Sibatê de parve kirin, hem hevîyê dide me, hem jî me kelecanî dike. Em dikarin 27ê Sibatê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya aştiyane û demokratîk û ji bo jiyana wekhev û azad wekî mîlanê qebûl bikin. Banga aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo pêdiviyên kurdan e. Diheman demê de ji bo pêdiviyê aştî, wekhev û jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê jî girîng e. Ji bo 2yemîn sedsala Komara Tirkiyeyê vegere Komara Demokratîk, ji bo diyar bike ku ji xeynî demokrasiyê rêyên din tune ne, girîng e.
Sê mûxatabê bangê hene
Akin Bîrdal anî ziman ku li vir sê muxatabê vê bangê hene û wiha got: “Yek jê PKK ye. Ya duyemîn Dewlet e û ya sêyemîn jî muxalefeta civakî û siyasî ye. PKKê ev peyam girt û biryara Agirbestê da. Ev gelek girîng e. Divê desthilat û muxalefeta siyasî û civakî jî heman refleks û lezgîniyê nîşan bide û bersîva vê bangê bide. Divê êdî ev pêvajo li demê neyê belavkirin û neyê dirêjkirin. Divê çek bêdeng bibin. Ev necara yekemîn e. Berê jî gelek caran yek alî çek hatin bêdengkirin. Lê du aliyê meseleyê hene. Berê jî ji bo çareseriyên demokratîk û aştiyane gelek firsendên dîrokî hatin avakirin. Lê mixabin qîmet nedan van firsendan. Herî dawî di pêvajoya diyayog û muzakereyan a salên 2012-2015an hebû. Lê mixabin bi encam nebû.”
Divê şertên azad bêne avakirin
Akin Bîrdal, da zanîn ku li pêşiya PKKê, berî her tiştî banga ‘PKK kongreya xwe kom bike û piştre biryara berdana çekan bide’ heye. Dema PKKê biryara agirbestê da, xwest Rêberê PKKê Abdullah Ocalan vê pêvajoya kongreyê raste rast bi rêve bibe û araste bike. Ev bendewariyek mafdar e. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd rabe. Divê mafê hêviyê bê dayîn. Eger tişta ji vê pêvajoyê tê xwestin azadî, wekhevî û aştî be, wê demê, divê şertên azad bên avakirin.
Ya din jî divê meclis bi lez kom bibe. Serokkomar duh li ser navê hikûmetê daxuyanî da. Vê daxuyaniya wî hevî dida. Dîsa Serokê MHPê Dewlet Bahçelî li Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan geriya û got ‘Ji bo siheta vê pêvajoyê emê bi hevre bin.’ Ev gelek girîng e. Niha li meclisê ji xeynî ÎYÎ Partî û Zafer Partiyê hemû partiyên din bangê erênî dibînin. Nûnerên hemû partiyan diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ev gelek girîng e.
Abdullah Ocalan dixwaze tu kesî li derve nehêle
Akin Bîrdal, bal kişand ser pêvajoya 2013-2015an û wiha got: “Bi qasî ez dizanim, pêvajoya 2013-2015an hinekî dewreyeke girtî bû. Lê vê carê bêtir vekirî û fireh e. Birêz Abdullah Ocalan hewl dide hemû kesan têxe nava vê pêvajoyê û tu kesî li derve nehêle. Ev dê çareseriyê hêsan bike.”
Pêwiste hemû girtiyên siyasî bêne berdan
Akin Bîrdal li ser mijara mafê hêviyê jî rawestiya û got: “Mafê siyasî û hiqûqî girîng e. Di daxuyaniya bangê de ji xeynî metnê bangê Sirri Sûreya Onder pêvek lê zêde kir. Got ‘divê siyaseta demokratîk, milê hiqûqî û siyasî bê avakirin.’ Divê Tirkiye bi lez xwe demokratîk bike. Bi lez Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, komîsyonê ava bike. Bi lez nexşerêyê diyar bike. Divê nexşerê li gorî bername, dîsîplîn û takvîmekê bê diyar kirin. Pêxist e di serî de tecrîd bi dawî bibe, mafê hêviyê bê dayîn û di aliyê fizîkî de Birêz Ocalan azad bibe. Lazim e Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) bê guhretin û astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û xwe îfadekirinê bêne rakirin. Divê rewşa demokratîk ku her kes karibe bi hevre bijî bê avakirin. Divê hemû girtiyên siyasî bi lez serbest bêne berdan. Dîsa ji xeynî sûcên ku li dijî mirovan hatine kirin wekî sûcê tecawiz, dizî û kuştinê, ji bo aştiyek civakî efoya giştî bê derxistin. Îro zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Divê hemû demildest serbest bêne berdan. Di serî de Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Selehattîn Demîrtaş û gelek kesên din divê bi lez bêne berdan. Divê girtiyên nexweş bi lez bên berdan. Divê êdî Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî ya Girtîgehê bê fesihkirin û girtiyên her tim cezayên wan dirêj dike tev bên berdan. Yanî divê muxalefeta siyasî û civakî erka xwe pêk bîne.”
Em li dora agirê azadiyê govenda aştiyê bigerînin
Akin Bîrdal, herî dawî da zanîn ku nêzî 2-3 meh in ji bo aştiyê li Amed, Îzmir û Stenbolê xebat têne kirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya siyaseta demokratîk û aştiyane bê kirin xebat hene. Divê aştî bibe civakî ev gelek giring e. Divê hemû rêxistinên ked û demokrasiyê pirsa ‘Ez dikarim çi bikim? ji xwe bipirse û li bersîva wê bigere. Ji bo aştî bibe civakî divê hemû kesan beşdarî vê pêvajoyê bikin. Divê hemû beşên civakê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Rewşenbir, siyasetmedar, nivîskar, rojnameger, hunermend, hiqûqnas, jin û ciwan divê bi berpirsiyar tev bigerin. Divê ev nirxên hatine avakirin êdî neyên tunekirin. Civekeke birîndar û bi êş heye. Divê êdî ev pêvajo bibe pêvajoya aştî û demokrasiyê. Ez hêvî dikim ku em ê di Newroza pêş me de li dora agirê azadî û aştiyê govendê bigerînin.”