• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bêrsûc Oguzhan Yucesoy dîsa nehat girtin

Şirnex / AW

3 ADAR 2025 - 14:54
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Daxwaza girtinê ya ji bo bersûc Oguzhan Yucesoy ku dest dirêjî zarokeke 15 salî kiribû, careke din hat redkirin.

Danişîna 2yemîn a parêzvanê Waliyê Şirnexê Oguzhan Yucesoy ku dest dirêjî zarokeke 15 salî kiribû li 3yemîn Dadgehê Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Malbata zaroka bi destdirêjiyê re rû bi rû mabû, Baroyên Amed û Mêrdînê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêxistinên DEM Partî yên navçeyan, Midûriyeta Polîtikayên Jin a Şeredariya Cizîrê jî tev li danişînê bûn.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Di danişînê de ewilî bersûc Oguzhan Yucesoy axivî û îdia kir ku wî ew sûc nekiriye. Piştî parastinê derket holê ku bersûc peyamên ku şandinê jê biriye lê peyama mexdûr tenê heye.

Dayik Îpek Çelîkkanat jî parastin kir û xwest bêrsûc be cezakirin.

Piştrê jî parêzerê bersûc parastinê kir. Parêzerên malbatê û endamên baroyên Şirnex û Merdînê jî parastin kirin û daxwaza girtina bersûc kirin. Her wiha parêzeran daxwaza tomarkirina qeydên HTSê û guhdarkirina hevalên dibistanê ya mexdûr û mamosteyên wê kirin.

Piştî parastinan serdozger mutala xwe eşkere kir û xwest bêrsûc bê girtin.

Piştî mutalayê parêzera bêrsûc Rahime Yagmur axivî û îdia kir ku rizaya mexdûr hebûye û ew ê derbarê mexdûr de gilî bikin. Li ser vê yekê parêzera mexdûr jî bertek nîşan da û got ku ew ê parêzera bêrsûc ji Lîjneya Etîk a Baroyan re gilî bikin.

Daxwaza girtinê dîsa hat redkirin

Piştî parastinan şandeya dadgehê navberda û piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgê biryara guhdarkirina heval û mamosteyên mexdûr, tomar kirina qeydên HTS da. Her wiha şandeya dadgehê daxwaza girtina bêrsûc jî red kir û biryara berdewamiya şertê edlî kontrol da.

Şandeyê danişîn taloqî 28ê Gulanê kir.

‘Biryara dadgehê biryara şerê taybet e’

Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayin. Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan anî ziman ku ji roja doz hatiye vekirin û heta niha lêkolîneke hiqûqî nehatiyê kirin û got: “Biryara girtina bêrsûcê polîs û parêzvanê Walî heta niha 4 caran daxwaza girtina wî hatiyê red kirin. Îro careke din daxwaza girtinê hat red kirin. Îro jî di vê dozgeriyê de edalet pêknehat. Yên ku li Kurdistanê ji ber siyasî bı hezaran kesan digrin kesên dest dirêjayî zarokeke 15 salî kiriye nagirin. Li Kurdistanê zarok ne di parastinê de ne. Îro biryara ku di vê dadgehê de hat dayîn biryara şerê taybet e. Ew ne biryareke edelet û hiqûqî ye. Heta ku hemû zarok di jiyaneke ewlehî de bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Îpek Çelîkkanat jî têkildarî biryarê axivî û carek din xwest bêrsûc bê girtin û wiha got: “Derûniya keça min her ku diçe xera dibe. Ji bo wê jî daxwaza me ew e ku di danişîna were de çi hewce bike bila bikin û bersûc bigrin.”

Çi bibû?

Zaroka 15 salî ku rastî dest dirêjayiyê hatibû piştî erdheja 6 Sibatê ya 2023an a navênda wê Mereş bû bi malbata xwe re hatibû cem xizmên xwe yên Şirnexê. Zarok di mehên Hezîran û Tirmeha 2024an de ji aliyê parêzvanê Waliyê Şirnexê Oguzhan Yucesoy vê rastî destdirêjeyiyê hatibû. Derbarê bersûc Oğuzhan Yücesoy vê îdîaname hatibû amade kirin û ji ber îstîsmara zayendî 4 caran girtina wî hatibû xwestin lê nehatibû girtin.

Etîket: Newroz Uysal Aslan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

22 ADAR 2026
Newroza Xelfetiyê: Têkoşîna Enqereyê ya 53 salan bû têkoşîna Newrozê

Newroza Xelfetiyê: Têkoşîna Enqereyê ya 53 salan bû têkoşîna Newrozê

14 ADAR 2026
Qurbaniyên jêrzemînên Cizîrê hatin bibîranîn

Qurbaniyên jêrzemînên Cizîrê hatin bibîranîn

7 SIBAT 2026
Uysal: Sûcê şer hate kirin, saziyên navdewletî jî temaşe kirin

Uysal: Sûcê şer hate kirin, saziyên navdewletî jî temaşe kirin

15 ÇILE 2026
‘Azadiya jinên girtî bi destê lîjneyan tê astengkirin’

‘Azadiya jinên girtî bi destê lîjneyan tê astengkirin’

17 MIJDAR 2025
Waliyê Şirnexê serdana mala şînê asteng kir!

Waliyê Şirnexê serdana mala şînê asteng kir!

3 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (31)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne