Wezareta Karên Navxwe, Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler ji peywirê girt.
Wezareta Karên Navxwe ragihand ku Şaredarê Navçeya Beykoza Stenbolê Alaattîn Koseler ji peywirê hatiye girtin. Wezaretê diyar kir ku ji ber cezayê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Beykozê bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” li Koseler biriye, weke tevdîreke demkî ji peywirê hatiye girtin.