* Endama Desteya Hevserokatiya PYDê Hediye Yusuf diyar kir ku heke hikûmeta demkî ya Şamê, Kurdan tune bihesibîne dê careke din li Sûriyeyê şer bê niqaşkirin û wiha got: “Heke em li hev nekin, îhtîmala şer jî heye û gelê me jî ji bo vê divê rêxistinkirina xwe û yekîtiya xwe xurt bike. Parastina destkeftiyên li Rojava bi yekîtiyê û xwerêxistinê pêkan e.”
* Kekê Rojwelat Kizmazê, Mehmet Kizmaz diyar kir ku tê gotin di dosyeyên faîlên nediyar dê werin vekirin û dosyeya Rojwelat jî faîl nediyar e û wiha got: “Divê di dosyeyê de ‘Biryara Hewceyî Peyketinê Nake’ bê rakirin. Pisporê Tiba Edlî ji me re got ku ‘Rojwelat piştî 3 rojên ku winda bûye jiyana xwe ji dest daye’. Xwişka min 3 roj sax maye. Di nav wan 3 rojan de çi bû? Em dizanin ku tiştê li Kurdistanê diqewimin bi hev ve girêdayî ne.”
* Dikandar Hakîm Karagoz û mişterî Fevzî Adak diyar kirin ku ew li Stenbolê bin jî nikarin ji çanda xwe dûr bikevin û gotin: “Em nikarin eslê xwe ji bîr bikin, em çi bin ew in. Kurdîtiya me û çanda me ji bo me gelek girîng e. Mirov here li ku jî ji çanda xwe dûr nakeve.”
* Li Enqereyê hejmareke mezin ku Kurd lê dijîn, bi hezaran pirtûkfiroş hene lê pirtûkfiroşên Kurdî pir kêm in. Li gorî lêkolînan hat dîtin ku di nav sed hezaran pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene.
* Li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi salan e ku rewşa aboriyê her çiqas diçe xerab dibe, ev rewş bandoreke neyênî li ser welatiyan jî dike û welatî nikarin danûstendina xwe ya cejnê jî bikin. Welatiyên Êlihê diyar kirin ku ew ji ber rewşa aboriyê êdî weke cejnên berê nikarin danûstendinên xwe bikin.
* Di pêşengiya MEBYA-DERa Amedê de dê bi minasebeta Cejna Qurbanê serdana goristanên cangoriyên têkoşîna azadiyê li Amedê bê kirin. (10:00-16:00)
* Lijneya Îstîşareyê ya Amedsporê dê derbarê hilbijartina Serokatiya Amedsporê û geşedanên dawî û siberoja Amedsporê de li Tesîsên Şehmûz Ozer civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê “Betalkirina Teqez” a derbarê CHPê de hatiye girtin dê li Parka Roboskiyê ya li Dîclekenta Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12:30)








