Stenbol – Kekê Rojwelat Kizmazê, Mehmet Kizmaz diyar kir ku tê gotin di dosyeyên faîlên nediyar yê werin vekirin û dosyeya Rojwelat jî faîl nediyar e û got: “Divê di dosyeyê de biryara ne hewceyî peyketinê ye bê rakirin. Pisporê Tiba Edlî ji me re got ku ‘Rojwelat piştî 3 rojên ku winda bûye jiyana xwe ji dest daye’. Xwişka min 3 roj sax maye. Di nav wan 3 rojan de çi bû? Em dizanin ku tiştê li Kurdistanê diqewimin bi hev ve girêdayî ne.”
Rojwelat Kizmaz û Gulistan Dokû bi hev re li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê beşa mamostetiya polê dixwendin. Rojwelat Kizmaz di 9ê Sibata 2024an de li Taxa Petrolê ya Êlihê winda bû û piştî 3 rojan di 12ê Sibata 2024an de cenazeyê wê li Bendava Ilisûyê ya Heskîfê hatibû dîtin. Mirina Rojwelat jî weke ya Gulistan Dokûyê di serî de hate gotin ku ‘xwe kuştiye’. Piştî kujerên Gulistan Dokûyê hatin dîtin malbata Kizmaz jî dixwaze ku mirina Rojwelatê bê diyarkirin. Kekê Rojwelatê, Mehmet Kizmaz derbarê bûyerê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Gelek pirs û guman di serê me de hene’
Mehmet Kizmaz diyar kir ku wan piştî pêşketinên di doza Gulistan Dokûyê de serlêdaneke nû kirine û wiha got: “Me xwest ku ‘Biryara Hewceyî Peyketinê Nake (KYOK)’ li ser dosyeyê rabê lê hê jî tu bersiv nedane me. Serledaneke din ya me jî ji bo ew 3 rojên ku Rojwelat winda bûbû birpirsiyar karê xwe nekirine û li Dersimê çi bi serê wê hat ji bona wê bûn. Îro pirsên me bêbersiv in, em dixwazin ‘Biryara Hewceyî Peyketinê Nake’ bê rakirin lê hê tu bersiv tune ye. Piştî xwişka min jiyana xwe ji dest da me serlêdan kiribû lê qebûl nekiribûn. Gelek pirs û guman di serê me de hebûn. Me got belkî di aliyê aborî de be, an jî tiştê ku li serê Gulistanê hat bandorê li ser wê jî kiribe. Ev tişt hemû li ber çavên me bûn. Lê me digot xwe nekuşti ye. Di dozê de du dîmenên kamerayê hene. Yek dîmenê li Xaçerêya Tupraşê ya Êlihê ye dema li wesayîtê siwar dibe a din jî li Heskîfê li ber lîmanê ye.”
‘Rojwelat piştî ku winda bûye bi 3 rojan jiyana xwe ji dest daye’
Mehmet Kizmaz anî ziman ku xwişka wê roja Înê ji malê derketiye û got: “Pisporên Tipa Edliyê ji me re got ku ‘Rojwelat piştî 3 rojên ku winda bûye jiyana xwe ji dest daye’. Xwişka min 3 roj sax maye, Di wan 3 rojan de çi bû? Me dît ku Waliyê Dersiê ji bo xwe û zarokê xwe biparêze bi qeweta dewletê çi kir. Ji bo me 3 rojan tiştekî nekirin, ji ber ku malbata me polîtîk e tiştekî nekirin. Me weke mirov nehisandin, ji bona wê jî lêgerîna ji bo Rojwelat jî bi vê sedemê pêk nehat. 3 roj ne hindik e. Kesek winda bibe ji bo roja yekemîn dibêjin ‘heke talukeya jiyana wê tune be ne hewceyî lêgerînê ye’. Me talukeyê anî ziman lê tu tiştekî nekirin. Cihê xwişka min ji avê hate derxistin li wir qlûbeya leşkeran heye. 24 saetan li wir nobed tê girtin. Noqteya ku qlûbeya leşkeran û cihê ku xwişka min hatiye dîtin gelek nêz e. Çawa 3 rojan li wir tu kes nedît? Qlûbeya leşkeran di dosyeyê de cih negirtiye.”
‘Em bi xwe lêgeriyan û cil û pêlava wê dît’
Derbarê mobesseyan de jî Mehmet Kizmaz destnîşan kir ji wan re hatiye gotin ku Mobesseya Lîmana Heskîfê ne aktîf e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî gelek girîng e ji bo me. Mala me li Taxa Îpragaza Êlihê ye. Di ciwantiya min de dema çalakiyek pêk dihat bi mobesseyan di nava saetekî de wan kesan tespît dikirin. Ji heman noqteyê gotin ew mobesse xirabe ye. Li wir îhtîmala xirabûna wan kamerayan tune ye. Du dîmen paşê ket dosyeyê, ewilî dîmen li holê tunebû. Diviyabû polîsan agahî dabûya leşkerên li Heskîfê lê em bi tena serê xwe çûn û agahî me da wan. Xizmekî me agahî da me û got ‘min dîtiye ku li wesayîtê siwar bûye’. Bi vê yekê re em çûn Heskîfê û me li qerekolê li dîmenan nihêrî. Berî wê rojekî em çûbûn lê tu tiştekî nekiribûn. Bi tespîta me li mobesseyan nihêrtin. Me ji leşkeran re got ‘botê bixebitînin belkî xwişka min di avê de ye, em bibînin’. Lê ji me re gotin ‘fermandarê botê bixebitîne ne li vir e’. Em bi xwe li nava Heskîfê belav bûn û me cil û pêlava Rojwelatê dît. Çawa ku me cil û pêlavê dît wê botê xebitandin.”
‘Şikestin li Dersimê pêk hat’
Mehmet Kizmaz bi bîr xist ku tiştê li Kurdistanê diqewimin bi hev ve girêdayî ne û wiha got: “Xwişka min jî Gulistan Dokû jî venagerin lê em dixwazin hîn bibin ku çi serê wan hat. Em dixwazin hîn bibin ku li Dersimê çi bi serê xwişka min hat, ji ber ku şikestin li wir pêk hat. Em difikirin ku belkî li wir jî tiştek bi serê Rojwelat de anîbin. Ji ber ku bûyer jî bajar jî heman e. Îhtîmala ku tiştên bi serê Gulistan anîbin, heman tişt anîbin serê xwişka min jî. Divê ew qeydên HTSyê werin derxistin. Gulistan, Rojwelat û Rojîn xwendekarên beşa mamostetiyê bûn û ji zarokan hez dikirin lê ev yek anîn serê wan. Heman çîrok û heman bûyer in. Ev li xaka me ne çarenûs e.”
‘Destpêkê polîtîkayên bêcezahiştinê dixin dewrê’
Mehmet Kizmaz derbarê avakirina Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar a ku Wezareta Dadê ava kiriye de ev yek anî ziman: “Pêşketin heye, di doza Gulistan Dokûyê de pêşketin pêk hat ev tiştekî pozîtîf e. Tê gotin di dosyeyên faîl nediyar de dê lêkolîn werin kirin. Dosyeya Rojwelat jî faîl nediyar e. Ji ber ku hevala wê ya herî nêzik Gulistan bû, me dît ku çi bi serê wê hatiye. Ev bûyer ji hev ne cuda ne. Lê destpêkê polîtîkayên bêcezahiştinê heye. Îro bûyerên ber bi çav ev in, divê di serî de ev bûyer werin ronîkirin. Daxwaza me jî ev e. Em dixwazin ‘Biryara Hewceyî Peyketinê Nake’ bê rakirin.”













