Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pê re li meclîse serdana koma CHPê kirin û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku bi biryara “Betalkirina teqez” ji peywîrê hat dûrxistin re hevdîtin kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta ku ji Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Cigirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî berpirsyar Mehmet Rûştû Tîryakî ji ber biryara ‘Betalkirina teqez’ li meclîsê serdana koma CHPê kirin. Tuncer Bakirhan û heyeta pê re li koma CHPê bi SeroKê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku bi biryara ‘Betalkirina teqez’ ji peywîrê hatibû dûrxistin re hevdîtin kirin. Ozgur Ozel ku piştî Navenda Giştî ya CHPê hat desteserkirin meclîsê weke navenda partiya giştî diyar kir. Ji ber wê serdan jî li meclîse pêk hat.
Piştî hevdîtinê dê ji aliyê heyeta DEM Partî û CHPê ve daxuyanî bê dayîn.












