Artêşa dewleta Tirk û komên paramîliter ên girêdayî wê di saetên êvarî de derdora Benava Tişrînê topbaran kirin.
Çavkaniyên ji herêmê agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û diyar kirin ku balafirên şer der û dorên Bendava Tişrînê topbaran dikin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di saetên êvarî de artêşa Tirk û komên girêdayî Tirkiyeyê, bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin.