• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Danişîna Oznur Deger di 22ê Gulanê de ye

Navenda Nûçeyan /AW

12 ADAR 2025 - 11:50
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dozger der barê Rojnameger Oznûr Deger a ku di 7ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat binçavkirin û dû re hat girtin de îdianame amade kir. Parvekirinên medyaya dijîtal, nûçeyên çêkirî û wêneyê birayê wê yê hat kuştin di îdianameyê de wek sûc hat bicihkirin.

Dozgerê Komarê yê Mêrdîne der barê Midûra JINNEWSê Oznur Deger a ku di 7ê Sibatê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin, îdianame amade kir. Li gorî nuçeya JINNEWSê, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” îdîaname amade kir û 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve îdîaname qebûl kir. Dozger der barê 21 parvekirinên cuda yên Oznur Deger ên di navbera salên 2021-2025’an de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X (twitter) îdianame amade kir. Dozger hem bi nûçeyên çêkirine û parvekirinên medyaya dijîtal, hem jî ji ber wêneyê birayê Oznur Deger Abdulselam Deger (Kendal Qoser) ê ku di navbera salên 2015-2016’an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da û heta niha cenazeyê wî nehatiye teslîmkirin sûcdar kir. Oznur Deger jî bi parvekirina nûçeya Musur Aslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, hat sûcdarkirin. Di heman demê de nûçeyên derbarê hestiyên Bahar Goktekîn a li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest da û piştî 7 salan radestî malbata wê hat kirin jî bû mijara sûc.

Dozger bertekên Oznûr Deger ên li hemberî gotinên zayendperest ên polîsan a di merasîma sersaxiyê ya ji bo rojnameger Nazîm Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin de li navçeya Mîdyatê hate lidarxistin jî weke hincet hat nîşan dan. Serlêdana sûc a Oznur Deger û lêpirsîna ku derbarê wê de hatî vekirin di îdianameyê de cih girt.

Dozger di îdianameyê de, îdia kir ku nivîsên Oznur Deger “sînorên azadiya ramanê derbas kirine” û wêne û dîmenên ku bi nûçeyê re hatine parvekirin wekî “hewldaneke ji bo meşrûkirina PKK’ê” şîrove kir. Serdozgeriyê diyar kir ku wezîfeyên Oznur Deger di dîrokên cuda de hatine dubarekirin, destnîşan kir ku divê li ser Oznur Deger jî qanûnên “sûcê domdar” bên bicihanîn.

Danişîna ewilê ya dozê dê di 22’yê Gulanê de bê dîtin.

Etîket: DozgerîdîanameJINNEWSOznûr Deger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

3 GULAN 2026
Rojnameger Oznur Deger rê ceza ameye dayene

Derbarê lêpirsîna rojnameger Oznur de biryara neşopandinê

20 SIBAT 2026
Îdîanameya zaroka keziyên xwe honandibû hat qebûlkirin

Îdîanameya zaroka keziyên xwe honandibû hat qebûlkirin

17 SIBAT 2026
Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

11 SIBAT 2026
Derbarê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîneke nû hate destpêkirin

Derbarê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîneke nû hate destpêkirin

3 SIBAT 2026
Hesabên Xê yên Jinnews û MAyê hatin astengkirin

Hesabên Xê yên Jinnews û MAyê hatin astengkirin

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (416)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne