MKG’ê bi wesîleya 3yê Gulanê daxuyanî da û di daxuyaniyê daxwaza berdana rojnamevanên jin kir û got: “Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye.”
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi wesîleya 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Gelek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Seroka MKGê Roza Metînayê Tirkiya wê jî endama MKGê Arjîn Dîlek Oncel xwend.
Roza Metîna destnîşan kir ku ew di roja rojnamegeran a cîhanê bi zext, sansûr û tundiyên li dijî rojnamegeriyê pêşwazî dikin û wiha got: “Azadiya çapemeniyê ne tenê ji bo rojnamevanan, lê di heman demê de ji bo mafê civakê yê gihîştina rastiyê jî temînat e. Lêbelê, îro, ev maf bi awayekî pergalî tê binpêkirin, nemaze ji bo rojnamevanan. Rojnamevan hem ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û hem jî ji ber zextên piralî yên ku ji ber newekheviya zayendî çêdibin, dibin hedef. Binçavkirin, girtin, zexta dadwerî, tundiya dîjîtal û astengiyên ku di qadê de têne dîtin bûne beşek ji polîtîkayên bêdengkirina rojnamegeriyê.
‘Rojnamegerî wek ‘sûc’ tê hesibandin
Di berdewama axafttina xwe de Roza Metîna bertek nîşanî gefên li dijî Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWSê û Seroka Şaxa MKGê ya Wanê Oznur Degerê tên kirin û wiha pê de çû: “Ji hêla mêrekî ve ya di dema li Wanê hevpeyvînên kolanan dikir, mînakek heyî ya tundiya ku rojnamevanên jin di qadê de pê re rû bi rû dimînin e. Bi heman awayî, cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” li rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksuz hatiye birîn, yek ji nîşaneyên berbiçav ên krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ya bi rêya pergala dadwerî ye. Têkoşîna ji bo dîtina rastiyê di heman demê de têkoşînek li dijî ziman û pergala medyayê ya ku ji hêla mêran ve serdest e. Rojnamevan ne tenê nûçeyan çêdikin; ew di heman demê de nêzîkatiyek rojnamegeriyê ava dikin û ev tundiya mêran aşkera dike.
‘Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye’
Roza Metîna da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê zext û zordariya li ser jinên rojnamevan bi dawî bibe û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û çapemeniyê werin rakirin. Divê rojnamegerên girtî tavilê werin berdan û şert û mercên xebatê yên ewle û azad ji rojnamevanan re werin pêydakirin.Wek Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li pişt rastiyê, têkoşîna azadiya jinan û rojnamevaniya serbixwe bimînin. Em ê li dû her gotina ku tê xwestin were bêdengkirin, her rastiya ku tê xwestin were tepeserkirin, bisekinin û her bişopînin. Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye.”













