• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

247 aktivîst: Cezakirina Werîşe Mûradî cezakirina hemû jinan e

Navenda Nûçeyan /AW

15 ADAR 2025 - 19:06
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
247 parêzvanên mafên jinan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, cezayê darvekirinê ya li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kirin û gotin: “Cezakirina Werîşe Mûradî, di heman demê de cezakirina hemû jinên Kurdistanê ye.

247 parêzvanên mafên jinan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ya li endama Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî hatî birîn şermezar kirin. Aktîvîstên jin, di daxuyaniyê de diyar kirin ku cezayê darvekirinê pêkanîneke kuştinê ya bi zanabûn a dewletê ye û wiha gotin: “Cezayê darvekirinê ne tenê li dijî Werîşe Mûradî ye, di heman demê de li dijî hemû jinên Kurd e ku di nava 100 salên dawî de li dijî paşverûtî û faşîzmê têdikoşin e.

Daxuyaniya 247 aktivîstan bi vî rengî ye:

“Piştî sal û nîvekê ji girtina Wirîşe Mûradî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Îtlaetê (îstixbareta Îranê) ve, niha cezayê darvekirinê li ser hatiye sepandin û îhtîmal heye ku ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve were pejirandin û ji nîşka ve were pêkanîn.

‘Li Rojava li dijî DAIŞê şer kir’

Werîşe Mûradî salên dirêj li bajarê Sineyê wek rahênerê kung-fu ji bo zarokên kêmdahat û çalakvaneke medenî di warê jin û xwendekaran de kar kiriye. Di sala 2010’an de çûye Herêma Kurdistanê û di warên civakî, lêkolîn, perwerde, têgihiştin û peywendîkirin bi tevgerên jinan re yên Rojhilata Navîn de bi karkirina li Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) berdewamî daye çalakiyên xwe yên civakî. Di dema êrişa DAIŞ’ê û destpêkirina şer li bakurê Iraqê (Şengal) û herwiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de, di sala 2014an de beşdarî şerê hêzên Kurdî li dijî DAIŞ’ê li Rojava kiriye û di dema parsastina li bajarê Kobanê de birîndar bûye.

Werîşe Mûradî, jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ku bi hêviya rizgarkirina jinan tevlî refên şervanên li dijî DAIŞ’ê bûye, tevlî şerê dijwar yê Kobanê bûye û bi giran birîndar bûye. Di salên jiyana xwe li herêmên Kurdan yên Sûriyê piştî rizgarkirina Kobanê, di bihêzkirina jinan û hişyarkirina wan de li wê derê roleke berbiçav hebûye.

‘Mafê parastinê nedanê’

Ev çalakvanê jin a Kurd piştî ku salên xwe li Rojava derbas kir û li Kobanê birîndar bû. Ji bo dermankirinê vegeriya bakurê Iraqê û paşê ji bo berdewamkirina çalakiyên xwe yên civakî hat Îranê. Di 1’ê Tebaxa sala 2023’yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin, bêyî ku heta yek çeka sar jî li gel wê were dîtin, ji bo pênc mehan di hucreya takekesî de hate girtin û rastî zextên derûnî û bedenî hat. Paşê bi sûcdarkirina ‘serhildanê’ ji aliyê dadwer Selewetî ve di dadgehên dijî şoreşê de bi cezayê darvekirinê hat cezakirin. Ne wê û ne parêzerên wê nekarîn parastina wê bikin ev ceza lê hate birîn. Werîşe di rûniştina 4’ê Tebaxê de ji ber nerazîbûn li dijî hukmê neheq ya Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî tevlî rûniştina dozê nebû û parastina xwe ji bo raya giştî nivîsî. Di parastina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku ‘DAÎŞ me serjê dike, Komara Îslamî jî me îdam dike’.

Cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Mûradî piştî ku parastina dawî li beşa pêncem a dozgeriya giştî ya Girtîgeha Evînê bi sûcdarkirina ‘serhildanê’ derket, bi îşaretdana madeya 288’ê ya Qanûna Ceza ya Îslamî ku behsa wê yekê dike ku ji bo sûcên têkildar nabe rûbirûyê cezayê wisa tund bibe. Di vê madeyê de hatiye ku her dema ku endamên komekê yên serhildêr berî ku werin binçavkirin dev ji şer û bikaranîna çekan berdin, eger hîn hebûn û çek li ba wan hebe, cezayê girtina asta sêyem li ser wan tê sepandin û eger rêxistin û navenda wan nemabe, cezayê girtina asta pêncem li ser wan tê sepandin. Lê dadwer Selewatî bi berevajiyê vê sûcê û di kareke neyasayî de, sûcê wê guherand bo madeya 287 bi îşaretdana agahdariya dadwer û cezayê darvekirinê li ser wê sepand.

Em îmzedarên vê daxuyaniyê tevî şermezarkirina hemû cûr cezayê darvekirinê, em bawer dikin ku darvekirin di her rewşekê de kuştina dewletê ye. Herwiha em radigihînin ku derxistina cezayekî wisa ne tenê li dijî Werîşe Mûradî ye, belkû li dijî hemû jinên civakê û Kurdistanê ye ku di 100 salên borî de li pêşenga şerê berxwedan û li dijî faşîzmê de bûne, her wiha bûne qurbaniyên berdewam yên desthilatdaran.

Herwiha em careke din cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û zêdetir ji 50 girtiyên siyasî û îdeolojîk, hezaran girtiyên bi sûcê madeyên hişber û hwd şermezar dikin. Betalkirina van cûre cezayan pêwîstî bi yekrêzî û hevdiliya hemû endamên civakê heye.”

Etîket: Werîje Mûradî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (89)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne