Amed – Arşîva etnografê Awistiryayî Werner Finke yê ku sî salên Kurdistanê belge dike, li Viyanayê tê dîjîtalîzekirin. Finke 30 hezar wêneyên rengîn li Kurdistanê girtin e. Di wêneyên Finke de guherîna civakî û jiyana Kurdan a berê xwe radixe ber çavan.
Di nava korîdorên Muzeya Cîhanê ya Viyanayê û di arşîvên Akademiya Zanistî ya Awistiryayê de, mîraseke giranbuha ya çandî ya gelê Kurd tê parastin. Arşîveke bêhempa ya ku sî salên dîroka çandî ya Kurdistanê dihewîne, niha ji bo ku pêşkêşî lêkolîner û gelê Kurd bê kirin amade dibe. Ev mîrasa ku wekî bîra dîtbarî û materyalî ya serdemeke girîng tê qebûlkirin, berhema xebatên dirêj ên etnografê Awistiryayî Werner Finke ye.
Werner Finke di navbera salên 1942 û 2002an de jiyaye û beşeke mezin a jiyana xwe ji bo belgekirina çanda materyalî û jiyana civakî ya Kurdistanê terxan kiriye. Ev xebat îro wekî bîra dîtbarî ya serdemeke ku ber bi windabûnê ve diçû, xwedî nirxekî dîrokî ye.
Ji çiyayên Kurdistanê ber bi muzexaneyên Viyanayê ve
Rêwîtiya Werner Finke ya ber bi herêmên Kurdan ve di sala 1966an de dest pê kir. Di wê serdemê de, ji ber şert û mercên siyasî yên li Tirkiyeyê, xebatên li ser nasname û çanda Kurdî di bin çavdêriyeke tund a dewletê de bûn, Finke neçar ma ku xebatên xwe bi rêbazên neasayî û bi awayekî veşartî bimeşîne. Ew piranî di bin navê geştyarî an jî eleqeya şexsî de diçû herêmê. Ji bo ku xwe bigihîne gund û zozanên herî dûr ên ku wesayît neçûne, wî rêbazeke taybet dîtibû. Finke hema hema her sal hespek dikirî da ku bikaribe bi şivanan re derkeve lûtkeyên çiyayan. Ev nêzîkatiya wî ya nepenî hişt ku ew pergala hilberînê, pîşeyên destan û avahiya civakî ya Kurdan ji hundir ve û bi hemû hûrgiliyan belge bike.

Piştê sî salan hezar obje û 30 hezar wêneyên rengîn
Encama vê xebata navbera salên 1966 û 1990î de, îro li Viyanayê wekî koleksiyoneke yekta tê parastin. Di beşê çanda materyalî de, zêdetirî hezar objeyên etnografîk hene ku kincên herêmî, amûrên çandiniyê, kelûpelên malê û berhemên hunerên destan dihewîne. Aliyê herî girîng ê vê mîrasê di arşîva dîtbarî û dengî de cih digire. Finke nêzîkî 30 hezar slayt û wêneyên rengîn kişandine ku her yek ji wan şahidiya jiyana rojane ya wê demê dike. Di heman demê de, fîlmên 8mm û 16mm ên ku tevgera jiyanê ya li zozanan nîşan didin û qeydên dengî yên stranbêjên kevneşopî, taybetmendiyên wê serdemê diparêzin. Finke di dema jiyana xwe de ji ber fikarên siyasî û teknîkî pir kêm tişt ji van agahiyan weşandin, ku ev yek îro girîngiya arşîvê wekî xezîneyeke nû zêdetir dike.
Guherîna civakî
Xebatên Finke di heman demê de şahidiya pêvajoyeke guherîna civakî jî dikin. Dema ku wî di salên 60î de dest bi xebatê kir, jiyana li zozanan nîşaneya dûrbûna ji kontrola navendî bû. Lê belê piştî salên 1970 û 1980î, bi guherîna konjuktura siyasî û koçberiya bi zorê, pergala sedsalan a koçberiyê tûşî guherîneke mezin bû û gelek gund hatin valakirin. Arşîva Finke wekî çavkaniya dawî ya berî hilweşîna vê pergala sosyo-ekonomîk tê dîtin. Îro ew civaka gundî ya ku Finke bi hespan serdana wan dikir, li metropolên Tirkiyeyê û bajarên welarên Ewropayê belav bûne.
Xebatên dîjîtalîzekirinê
Piştî demek dirêj malbata Werner Finke, ev mîrasa giranbuha radestî saziyên zanistî kir. Arşîva dîtbarî û dengî ji bo parastinê, bexşî Enstîtuya Antropolojiya Civakî ya di bin banê Akademiya Zanistî ya Awistiryayê de hat kirin. Niha li Viyanayê projeyeke mezin a dîjîtalîzekirinê di rojevê de ye û amadekarî tên kirin ku hemû wêne û fîlm bi kalîteyeke bilind bên qeydkirin. Ev berhem dê di kataloga serhêl a akademiyê de cih bigirin û bi vî awayî rê bidin ku lêkolîner û Kurdên li seranserê cîhanê careke din li raboriya xwe û li jiyana xwe ya windakirî binêrin. Ev xebata ku beriya 60 salan li ser çiyayên Kurdistanê dest pê kiribû, îro di serdema dîjîtal de dibe malê her kesî û bîra nêz a gelê Kurd zindî dike.
Çend weneyên ji arşîva Werner Finke, bi vî rengî ne:





















