Wêne: Arşîv – gundek Colemêrgê
Colemêrg – Gundê Êlê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ku beriya 30 salan hatibû şewitandin, îro careke din bi polîtîkayên qedexeyê re rû bi rû ye. Gundî dixwazin biçin ser av û axa xwe bijîn.
Kurdistan bi gund û bajarên xwe cih û hêlîna zimanê şîrîn û warê çanda qedîm e. Dema ku gund tê gotin, ev qala koka xwebûyînê, rûmeta xwe û keda destên li ser axê tê kirin. Şaristanî û bajarvanî her çiqas pêş bikevin jî, ruhê Kurdewariyê her tim di nava bereketa wan deşt û çiyayan de xwe veşartiye. Lê îro li ser vê axa pîroz, bi hezaran gundên Kurdan bi darê zorê û bi hincetên cuda hatin valakirin û îro jî gelek gund bi hinceta “ewlehiyê” ji xelkê re qedexe ne.
Qedexekirina gundekî, tê wateya birîna koka darê, gava gundî nikaribe biçe ser erd û milkê xwe, ne tenê debara wan, lê hafize û bîranînên wan jî birîndar dibin. Dayîkên ku nikarin biçin gundê xwe dilbikeser û axîn in.
Yek ji van gundên qedexekirî jî gundê Êlê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve ye. Jinên gundê Êlê ku nikarin biçin ser av û axa xwe ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin ku vegerin gundê xwe.
‘Heke ez neçim gund, ez nikarim zarokên xwe xwedî bikim’
Sûheyla Saygi diyar kir ku gundê wan Êlê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, beriya 30 salan hatibû şewitandin û piştî sererastkirina qanûna 2004an ew dîsa dest bi çûna gund kirine û wiha got: “Gundê me gelek dûr e, mirov zivistanan nikare lê bijî. Lewma em zivistanê lê namînin. Lê biharê em her tim diçûnê. Gundê me gundekî pir bi dar e, tê de darên gûzan, sêvan û her cure fêkî hene. Em biharê diçin zozanan, giyayên xwarinê û firotinê tînin. Em fêkiyên gund berhev dikin, hem ji bo xwarina xwe hem jî ji bo firotinê tînin. Em gundiyên vî herêmê bêkar in. Li vir ne fabrîqe hene ne jî cihên kar. Em hemû feqîr in û çavê me li xêra gundê me ye. Ez bi xwe sê xwendekaran xwedî dikim ku dudu ji wan di zanîngehê de ne. Heke ez neçim gund, ez nikarim wan bidim xwendin.”
‘Divê em destûrê bixwazin’
Sûheyla Saygi diyar kir ku heta par jî bi destûr û bêpirsgirêk diçûn gundê xwe, lê îsal bi danîna nokteyên leşkeriyê yên nû re rê li wan hatiye girtin û ev yek anî ziman: “Heta par em bi rehetî di nava têlan re derbasî gundê xwe dibûn. Me destûrê digirt, em carna 10 rojan carna 20 rojan li gund di nava malên xwe de diman. Ewlehî jî hebû û tu pirsgirêk dernediketin. Lê mixabin îsal rê nadin me. Hêcetên ‘terorê’ nîşanî me didin. Li ser çiyayan 4-5 qereqol û nokteyên nû danîne. Ez bi xwe du sê caran çûm ber gund lê me vegerandin. Dibêjin ‘Qedexe ye, hûn nikarin herin’. Me tapoyên erdê xwe jî birin û nîşan dan, lê dîsa jî feyde nekir.”
‘Ji sala 2004an ve heta niha qedexe ye’
Sînem Saygi JÎ destnîşan kir ku gundê wan ji sala 2004an ve bi hinceta “ewlehiyê” hatiye qedexekirin û wiha got: “Ji sala 2004an ve heta niha gundê me qedexe ye. Dibêjin ‘gundê terorîstan e’, bi vê hincetê nahêlin em biçinê. Gundê me ne gundekî nû ye, sê bav, çar bav û bapîrên me tê de jiyana xwe derbas kirin. Tapuyên me hene, tespîtên me hene, her tiştê me heye lê nahêlin em biçinê.” Sînem Saygi destnîşan kir ku gundê wan qada jiyana wan e û daxwaz kir ku qedexeya li ser axa wan rabe û got: “Em niha dixwazin biçin ser axa xwe û ser gundê xwe, em naxwazin ev der li me qedexe be.”

‘Her carê hêcetek cuda nîşan didin’
Hemîde Atak jî bal kişand ser zext û astengiyên li gundê wan û wiha got: “Ev du sal in tundî û zext zêde bûne, li ser rêyan astengiyên mezin danîne û nahêlin kes biçe gund. Gundê me vala kirin û agir berdanê, îsal dîsa agir berdan gund. Wê rojê em çûn ku em seredana gundê xwe bikin û binêrin ka çi lê hatiye, lê pêşiya me girtin. Gotin ‘tapuyên xwe bînin’, me tapu jî birin. Vê carê gotin ‘divê adresa we li wir be’, me adresên xwe jî birin. Paşê gotin ‘malên we li wir nîn in’, ma mal li wir dimînin? Wan agir berdan malên me, malên me hemû xira bûn û şewitîn. Nahêlin em herin ser milkên xwe.”
‘Pêşiya me digirin, nahêlin em biçin gund’
Hemîde Atak anî ziman ku derbarê astengiyên li ser gundê Êlê de bersiva pirsên wan nayê dayîn û wiha got: “Dema em dipirsin, bersivekê nadin me. Gund qedexe kirine û bi têlan dora wê girtine ku kes neçe tê de. Dibêjin ‘terorîst tê de hene’ yan jî ‘qeçaxçî tê de hene’. Pêşiya me digirin, nahêlin em derbas bin. Dibêjin malên we xira bûne, lê malên me bi destê we hatin xirakirin û şewitandin.”
‘Em dixwazin herin ser axa xwe’
Hemîde Atak bang li rayedaran kir û daxwaza xwe ya vegera gund dubare kir û got: “Em dixwazin herin gundê xwe, darên xwe av bidin, pezê xwe lê xwedî bikin. Par dema me pezê xwe dibir, leşker dihatin ser serê pez, pez hemû li cihekî diciviyan û nedihiştin belav bibin û biçêrin. Gundên din hemû azad in, her kes li ser gundê xwe ye, lê tenê gundê me qedexe kirine. Em tenê dixwazin herin ser axa xwe û li gundê xwe xwedî derkevin.”














