Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li semta Fîskaya ya Amedê agirê Newrozê pêxist û û pîrozbahî li dar xist.
Pîrozbahiyên Newroza bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” li taxan û gundan berdewam dike. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li semta Fîskaya ya Amedê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Gelek endamên Meclisa Ciwanan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Agirê Newrozê hat pêxistin û ciwanan li derdora agir govend gerand. Ciwanan bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin. Her wiha ciwanan fişekên hewayî teqandin û fişekan esmanên Fîskyayê ronî kirin.
Pîrozbahî li ber gerandina govendê bi dawî bû.