Li navçeya Hewagê di serdegirtinên malan de 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Polîsan li navçeya Hewagê ya Rihayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 4 ciwan hatin binçavkirin.
Operasyon di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hewagê ve tê birêvebirin de, pêk hat. Hat zanîn ku endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Aslan, Mehmet Çetîntaş, Muslum Çakmak û Kemal Çakmak hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Hewagê.