* Welatiyên ku tev li Newroza Farqînê bûn destnîşan kirin ku ji bo aştiyek demokratîk pêş bikeve divê di serî de girtîgeh vala bibin û gotin: “Pêwist e Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan”
* Welatiyên ku beşdarî şahiya Newroza Çinar bûn cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Welatiyan destnîşan kir ku ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dil û can Newrozê pîroz dikin.
* Welatiyên ku tev li Newroza Qoserê bûn, xwestin dewlet şert û mercên fizîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş bike û gotin: “Li aliyekê li me bixin û li aliyê din jî bêjin em li hev werin nabe.”
* Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat binçavkirin, di nav rojê de dê li gelek bajaran daxuyaniyên nerazîbûnê bên nîşandan.
* Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de dê îro li Wan, Şirnex, Nisêbîn, Pirsûs, Mûş, Stewr, Çewlîg û Tetwanê mitîngên Newrozê bên lidarxistin. (10.00-16.00)