• Nûçeyên Herî Dawî
Ji Nisêbînê bang kirin: Banga Ocalan gavek gelek mezin e

Ji Nisêbînê bang kirin: Banga Ocalan gavek gelek mezin e

19 ADAR 2025 - 14:24
Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

19 TÎRMEH 2025 - 12:37
MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

19 TÎRMEH 2025 - 11:42
KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

19 TÎRMEH 2025 - 11:13
Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

19 TÎRMEH 2025 - 10:48
‘Ew her dem rûken bû’

‘Ew her dem rûken bû’

19 TÎRMEH 2025 - 10:19
KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

19 TÎRMEH 2025 - 10:05
‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

19 TÎRMEH 2025 - 09:47
Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

19 TÎRMEH 2025 - 09:00
Îhsan Çapan: Rojava bi ser ket

Îhsan Çapan: Rojava bi ser ket

19 TÎRMEH 2025 - 08:46
ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

19 TÎRMEH 2025 - 08:00
Civîna gel a Xinûsê: Birêz Ocalan rêberê gel e

Civîna gel a Xinûsê: Birêz Ocalan rêberê gel e

18 TÎRMEH 2025 - 20:05
Girtiyê nexweş Guler ji girtîgehê derket

Girtiyê nexweş Guler ji girtîgehê derket

18 TÎRMEH 2025 - 19:13
Bernameya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê aşkera bû

Bernameya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê aşkera bû

18 TÎRMEH 2025 - 16:44
Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz mewlîd hate dayîn

Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz mewlîd hate dayîn

18 TÎRMEH 2025 - 15:56
Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

18 TÎRMEH 2025 - 15:12
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    ‘Ew her dem rûken bû’

    ‘Ew her dem rûken bû’

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    ‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

    ‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    ‘Ew her dem rûken bû’

    ‘Ew her dem rûken bû’

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    ‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

    ‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Nisêbînê bang kirin: Banga Ocalan gavek gelek mezin e

Navenda Nûçeyan /AW

19 ADAR 2025 - 14:24
Kategorî: ROJANE
A A
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gaveke pir mezin e û got: “Lazim e dewlet gavekê biavêje. Baweriya gelê me bi vê pêvajoyê nîne. Hewce ye dewlet van fikarên gelê me bibersivîne.”

Pîrozbahiyên Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin didomin. Yek ji navendên ku îro lê hate pîrozkirin jî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Welatiyên ji noxteyên kontrolê yên polîsan derbas bûn ketin qada Newrozê. Qada Newrozê bi alên DBPê, DEM Partiyê yên kesk û sor û zer û xemr û şîn û alên ku li ser “Newroza Azadiyê Pîroz Be” dinivîsî hate xemilandin. Welatiyan li qadê li ber stranên li ser dikê hatin vekirin, govend gerandin. Bi taybetî jin û ciwan û zarok gelek kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî herikîn qada Newrozê. Dayikan bi laçik, kefî û poşiyên xwe yên kesk û sor û zer li qadê cihên xwe girtin. Beriya bernameyê Hozan Memet ligel ribaba xwe çend stran gotin. Girseyê bi awayekî bicoş govend gerandin.

Dayikên Aştiyê û dayika Rahşan Demîrel ku di Newroza 1992yan de li Kadîfekaleyê agir berda bedena xwe, Emîne Demîrel jî tev li bernameya Newrozê bûn. Qada ku bi hezaran kes lê kom bûn, girseyê bi coş govend gerand. Govend kêliyekê jî nesekinî. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.

‘Em ji bo aştiyê amade ne’

Bernameya Newrozê bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên demokrasî û azadiyê dest pê kir. Dûre Dayikên Aştiyê ji bo girseyê silav bikin derketin ser dikê. Li ser navê dayikan Dayika Perîxan Altûg axivî û wiha got: “Ez ji vir heta Îmraliyê Newrozê li Serok û hevalên wî pîroz dikim. Serokê me pêvajoyek da destpêkirin. Barekî giran ketiye ser mile me ji bo aştî, azadî û edaletê. Divê em kurd bibin yek, destê xwe bidin hev û aştiyê bînin vî welatî. Em gelê kurd li ser piyan e û ji bo aştiyê amade ne.”

‘Em destê xwe bidin hev û li bin destê Serok bibin stûn’

Pişt re Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel axivî. Dema dayik derket ser dikê girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Dayika Emîne Demîrel, Newroza girseyê pîroz kir û wiha got: “Îro Serokatiya me destê xwe yê aştiyê dirêj kiriye. Werin ku em bibin yek ji bo azadiya Serokatiyê. Ji bo Rojhilata Navîn felsefeya Rêber Apo pêwîst e. Werin em destê xwe bidin hev û li bin destê Serok bibin stûn. Newroza Azadiyê li we pîroz be. Azadiya Serok Apo azadiya gelan e, Rojhilata Navîn e. Em mal avahiya dewleta tirk dikin ku destê Serokê me bigirin em ji van êşan xelas bibin.”

Dû re girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kir.

Pişt re Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçe û Navendê, hevşaredarên Nisêbîn û Mêrdînê derketin ser dikê û gel silav kirin. Dû re li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Zîver Gumuş derket ser dikê û Newroza girseyê pîroz kir.

‘Gelê kurd îro rê nişan dide’

Dû re aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen axivî. Hulya Alokmen, qala cangoriyên Newrozê kir û wiha got: “Em qala Newrozan nekin em ê çawa bikaribin agirê Newrozê bilind bikin. Bi saya gelê kurd Newroz bû cejn û rojek pîroz. Peyama ku birêz Abdullah Ocalan ji raya giştî û Rojhilata Navîn re daye aştî û civaka demokratîk e. Weke jinên azad me çawa di 8ê Adarê de silava birêz Ocalan wergirt em ê ji niha û şunde bixebitin. Gelê kurd îro rê nişan dide. Em dibêjin Newroza te pîroz be Rahşan, Zekiye û Mazlûm. Em bi we serbilind in. Newroza we ya azadiyê pîroz be.”

‘Newroz ji bo me yekitî ye’

Pişt re Cîgira Hevserokê Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Ebrû Gunay, diyar kir ku Newroza îsal Newrozeke taybet e û wiha got: “Di serî de ji bo gelê kurd dê ji bo temamê gelan azadiyê bîne. Pîroz be Newroza Azadiyê. Newroz her tim bû sembola berxwedanê. Îro ev Newroz bû Newroza sedsalê. Tu dehaqan nekarî vê îradeyê bişkîne. Newroz ji bo me di heman demê de yekitî ye. Newroz li Ûrmiye, Amûdê, Qamişlo û Wanê tê pîrozkirin. Ev yekitî tu caran nikare were astengkirin. Bila herkes baş bizane serxet û binxet yên hev in. Qamişlo û Nisêbîn yên hev in. Kes nikare wan ji hev qût bike.”

Ebrû Gunay, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga birêz Ocalan ji bo gelan e. Hewce ye em ji banga birêz Ocalan re bibin bersiv. Em ji bo aştî û azadiya gelan û azadiya girtiyên di hefs û zindanan de amade ne. Birêz Ocalan rola xwe lîst. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û em li dora aştî û azadiyê govendê bigerînin.”

‘Hêj siyaseta desthilatê nehatiye guhertin’

Cîgirê Hevserokê Giştî yên DEM Partiyê û parlamenterê Êlihê Ruştu Tiryakî axivî. Ruştu Tiryakî bi bîr xist ku gelê kurd bi hezaran salan e Newrozê pîroz dike û da zanîn ku Newroz ji bo gelê kurd berxwedan e û got: “Heke rojekê dîroka Newrozê were nivîsandin. Dê navê Nisêbînê bi tîpên zêrîn were nivîsandin. Nisêbîn sih sal in li ber xwe dide. Ji 1ê Cotmehê heta niha ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tiştekî nû diqewime. Peyama 27ê sibatê deriyek vekir. Lê belê meseleya gelê kurd çareser nebûye. Ji bo çareserkirinê divê têkoşîneke demokratîk bê meşandin. Em ê mafên xwe bi têkoşînê bistînin. Mafên ziman, nasname, dîrok, çand û hunera xwe û welatê xwe em ê bi têkoşînê bistînin. Siyaseta desthilatê nehatiye guhertin. Rast e deriyek vebûye lê hêj siyaseta dewletê nehatiye guhertin. Siyaseta qeyûman berdewam dike. Îro jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê binçav kirin. Qeyûm tayini ser şaredariyên me kirin. Îro jî dixwazin qeyûm tayînî Stenbolê bikin em vê şermezar dikin.

‘Em ji bo aştiyê amade ne û li benda gavan e’

Hevalên me yên girtî hêj kes nehatiye berdan. Operasyon û binçavkirin jî bi dawî nebûne. Beriya mehekê li dijî HDKê operasyonek dan meşandin gelek kes binçavkirin û girtin. Operasyonên leşkeri berdewam dikin. Beriya du rojan li Kobanê di malekê de 9 kes hatin kuştin. Em vê qebûl nakin bi vî awayî aştî nayê. Tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam dike. Şert û mercên wî nehatine guhertin. Gelê kurd û siyaseta kurd ji dil e, aştiyê dixwaze û birêz Ocalan gaveke pir mezin avêtiye, lazim e dewlet, desthilat jî gavekê biavêje. Baweriya gelê me bi vê pêvajoyê nîne. Mafdar in. Hewce ye dewlet vê gumana gelê me ji holê rake. Heke vê raneke dê çawa aştî were avakirin. Em ji bo aştî û xwişk û biratiyê amade ne. Lazim e dewlet û desthilat û AKP û MHP jî ji bo aştiyê amade bin û gavekê biavêjin. Em li benda gavan e. Bi rûniştin û temaşekirinê azadî nayê, ji bo wê ev dirûşm, agirê Newrozê bila bibe soz û peyam ji me re. Em ê agirê Newrozê geş bikin û heta azadiya gelê kurd pêk were em ê bi şev û roj xebatan bimeşînin. Newroza we pîroz be.”

Piştî axaftina Ruştu Tiryakî Dayikên Aştiyê kevok firandin û du re agirê Newrozê hate vêxistin.

Dû re hunermend Kasim Taşdogan bi stranên xwe gel coşand. Di dema Kasim Taşdogan stran digotin de pankarta Ciwanên Welatparêz ên Nisêbînê ku li ser “Bi Rêbertî em bi hêz in, Bi şehîdan re ber bi azadiyê ve dimeşin” dinivîsî û ala PKKê li ser hatibû xêzkirin hate daliqandin.

Pişt re Aryen Kom û Hozan Luqman jî bi stranên xwe kelecan û coşa gel bilind kirin. Bernameya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

19 TÎRMEH 2025
MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

19 TÎRMEH 2025
KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

19 TÎRMEH 2025
Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

19 TÎRMEH 2025
‘Ew her dem rûken bû’

‘Ew her dem rûken bû’

19 TÎRMEH 2025
KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

19 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (369)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne