• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    ‘Ew her dem rûken bû’

    ‘Ew her dem rûken bû’

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    ‘Ew her dem rûken bû’

    ‘Ew her dem rûken bû’

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Şirnex / AW

19 ADAR 2025 - 14:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Şirnexê Cejna Newrozê ya bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” bi coş û kelecanek zêde hat pîrozkirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Bi banga rêzdar Ocalan jiyaneke din mimkûn e.”

Li navenda Şirnexê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi şiyara “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê pêk hat. Bi sedan kes tev li bûn. Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan, parlamenterên DEM Partî ên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, Cîgirê Hevserokên Giştî yên DBPê Huseyîn Bîrlîk beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Welatiyên Şirnexê beriya destpêkirina bernameyê li qadê cihê xwe girtin û li ber stranan bi seatan govend gerandin. Welatî bi cil û bergên Kurdî xemla Newrozê xweşik kirin. Coşa li qada pîrozbahiyê hêjayî dîtinê bû. Jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li Newrozê bûn û bala mirovan dan ser xwe. Ciwanan li qada Newrozê posterê Şêx Saîd jî rakirin.

Bernameya Newrozê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Girseyê li qadê bê navber dirûşmeyên wek, “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana gerîla” û berz kir. Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên DEM Partî, DBPê derketin ser dikê û gel silav kirin. Hevserokên DEM Partiya Şirnexê Taybet Bîlgîn û Ramazan Uysal, Newrozê li gel pîroz kirin û bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

‘Newroza te pîroz be ey Serok Apo’

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBPê Huseyîn Bîrlîk axivî û da zanîn ku Newroz ji bo gelê Kurd cejnek watedar e û got: “Di vê mehê de qetlîam çêbûnê. Di vê mehê de lêheng rabûne. Em li ber wan lêhengan bejna xwe ditewînin. Birêz Ocalan bangavaziyeke dîrokî kir. Em bang firsendeke mezin e ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn. Taybet jî ji bo gelê Kurd û Tirk. Divê em xwedî li banga dîrokî derkevin. Gelê Kurd şahidiya têkoşîna 50 salan kiriye. Me gelek ciwan û lehengên xwe spartin axê. Bila gelê me bi Serokatiya xwe û partiya xwe bawer be. Em Newroza Serok Apo pîroz dikin. Newroza tê pîroz be ey Serok Apo. Divê em bi rihetî tevnegerin, lazim e em têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Divê em tenê saniyeyekî jî bê berxwedan em derbas nekin. Heta ku digehejin azadiye.”

‘Rêzdar Ocalan rêyek nû vekir’

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan bal kişand ser operasyona li dijî Ekrem Îmamoglû û operasynê şermezar kir. Aysegul Dogan bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Bi banga rêzdar Abdullah Ocalan re jiyanek din mimkûn e. Em dibêjin hemû kes bi xeml û zimanê xwe bi hev dû re wekhev û azad bijîn. Em ji bo vê têkoşîneke mezin didin. Gelê me dixwaze şer raweste û aştiyeke mayindê pêk were. Ev mimkûn e. Em dikarin vê pêk bînin. Lê em bisekinin û li hêviyê bisekinin nabe. Hêz hûn in. Hûn dikarin pêk bînin. Em li pişt vê bangawaziyê ne. Rêzdar Ocalan ji bo jiyaneke azad di bin tecrîde de rêyek vekir. Em li vir silav ji birêz Ocalan re dişînin û dibêjin Newroza te pîroz be. Em amade ne. Ev Şirnexa ku bi dehan caran hatiye xerakirin, dîsa bi helwest e û li ser pêya ye. Yên ku dixwazin vê derfeta mezin lewaz bikin divê em hişyar bin û van lîstikan vala derxînin. Ev jî bi rêxistin û sekneke zelal pêkan e.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” hat pêxistin. Girsê li dora agir govend gerand. Piştre jî stranbêj derketin ser dikê û pîrozbahiya Newrozê bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

19 TÎRMEH 2025
Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

19 TÎRMEH 2025
MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

19 TÎRMEH 2025
KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

19 TÎRMEH 2025
Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

19 TÎRMEH 2025
‘Ew her dem rûken bû’

‘Ew her dem rûken bû’

19 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (370)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne