• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermend Bengî Agirî: Bê statubûna me nahêle ku muzîka Kurdî bibe gerdûnî

Siyamed Sîpan / AW

5 KANÛN 2024 - 08:05
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Hunermend Bengî Agirî li ser girîngiya huner û muzîka Kurdî axivî û destnîşan kir ku tevî hemû astengî û qedexeyan jî niha cihê çand û muzîka Kurdî lê ye, ne xirab e û got: “Ji ber ku welatê me bê statu ye, di asta navnetewî de baş nayê nasîn. Yanî bê welatiya me û pêşdeketina çanda me û muzîka me rasterast bi hev ve girêdayî ye.”

Her kes wî bi stranên “Jiyana Şehîd” û “Kurdo Marş” nas dike. Her du stranan li ser zar û zimanê Kurdan xwe daye rûniştandin. Hunermend Bengî Agirî her kes wî ji Agiriyê nas dike lê belê ew ji Amûdê ye. Ew hem serxetî ye hem jî binxetî ye. Lê niha li Almanya dijî. Ji bav û birayê xwe feyza stranbêjiyê û muzîka kurdî werdigire û vê çandê didomîne. Her çiqas wî beşa civaknasiyê xwendibe jî lê ne bûye sosyolog ango civaknas ew bûye hunermendê gelê xwe. Bengî Agirî dema tembûrê dijenîne û peyvên stranan li ser notayan rêz dike, coş û kelecanê dixe dilê guhdarên xwe û bi milyonan Kurd.

Bengî Agirî pirsên Ajansa Welat bersivandin. Pirs û bersivên hevpeyvîna me wiha ne:

Tu dikare bi çend gotinan bahsa xwe bike, ji bo ku em te nas bikin?

Gelek spas dikim ji bo we. Gelek kêfxweşim ji bo vê hevpeyvînê. Ez li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê hatime dinyayêi Di sala 1969an de. Ez ji dayik û bavekî Kurd ku bi eslê xwe ji herema Omeriya ne, çêbûme. Herema Omeriya heremek li Mêrdînê ye. Dayik û bavê min di salên 1930î de hatine Rojavayê Kurdistane. Lê wek min got ez li Amûdê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn her du jî li bajarê ku lê çêbûme, qedandiye. Xwendina xwe ya bilind ya zanîngehê beşa civaknasî min li Şamê dest pê kir, lê min ne qedand mixabin. Ez niha li Elmanya li bajarê Dortmund ê bi malbata xwe re dijîm.

Xebatên te yên hunerê-muzîkê kengê û çawa dest pê kir?

Hema texrîben bêje ji 12 saliya xwe ve, ez bi hunerê re mijul im. Ji ber ku ji malbatek wisa hatime, ku him bavê min û him jî birayên min pir zêde bi helbestê re, bi stranê re mijul bûn. Bavê min tim helbestên Melayê Cizirî û Seydayê Cegerxwîn ji me re dixwendin. Birayê min jî her wiha di nava komek muzîkê de cîh digirt û xebatên muzîkê dimeşand. Li rojavayê Kurdistanê wê demê gelek komên muzîkê hebûn û birayê min jî di nav wan koman de cîh digirt. Di sala 1988an de Koma Agirî hate avakirin. Ez jî di nav wan de bûm ji destpêkê ve. Min dûvre navê komê hilgirt û kir navê xwe. Koma Agirî me ava kir û min jî dûvre ev nav kir navê xwe jî. Ji xwe çiyayê Agirê tê nasîn. Him şoreşa Agirî û him jî çiyayê Agirî û her wiha hezkirina min jî ji vî navê re heye.

Herwiha nivîsên min î ku di rojnameyan de hatine çapkirin jî hen in. Min di rojnameya Sorgul ku li Beyrûdê bû, nivîsandiye. Wekî din di Azadiya Welat de jî min nivîsandiye û her wiha jî li rojnameyên Erebî yên bi nave “El-Diyar” û “El-Heyat” de jî min nivîs nivîsandiye.

Lê karê muzîkê her tim ji bo min cîhekî taybet bû. Bi gelek komên Rojava re min xebat kiriye. Bi Koma Cûdî ya Dêrikê re, him min stran gotiye ji bo wan û him jî min kasetên wan amade kiriye. Koma Cûdî hîna jî heye. Her wiha Koma Hêzîl ya Tirbespî yê, Koma Botan ya Qamişlo û Koma Agirî jî koma Amûdê bû.
Van hemû kom me di sala 1994an de (wek li Ewrûpa Hunerkom û li Bakurê Kurdistanê NÇM avakirin) “Hunergeh” ava kirin. Navê Hunergeh hîna jî li Rojava tê bi kar anîn.

Bi Koma Agirî re û te tenê, heya niha çend albûm amade kiriye?

Bi Koma Agirî re ji 1987an heya 1997an bi wan re me nêzî 7 kasetan derxistin. Min bi serê xwe jî 2 albûm derxist. Ew jî min li welat derxistin. Min zêdetir heya niha stranan tenê derxistin, yên ku jêre dibêjin “single”. Min ew jî heya niha bi dehan derxistine û hewl daye li ser Youtube ya xwe parve bikim. Bi taybet jî yên ku gel nas dikin û tê hezkirin bi navê “Jiyana Şehîd” e û “Kurdo Marş” e.

Kîjan dengbêj, hozan, hunermend bandor li te ser te kiriye?

Ji xwe wek min anîbû ziman di malbata min de him bavê min û him jî birayê min bi çand û hunerê re eleqedar bûn. Bi taybet jî birayê min Derwîş ku çend stranên wî min gotine jî, pir bandor li ser min kirin. Lê hunermendên din jî wek Koma Berxwedan, Ciwan Haco û Şivan Perwer jî bandor li min kirin. Vê dawiyê di sala 1992yan de kasetek Delîl Dogan gihîşt destê min û min gelek jê hez kir. Lê bi giştî li her kesî dikarim guhdar bikim. Li stranên daweta jî guhdar dikim, li stranên rap jî, li dengbêjî jî guhdar dikim.

Tu dema li rewşa muzîk û çanda Kurdî di ber çavan re derbas bike, tu çawa dinirxîne? Li cihekî çawa ye?

Ez dikarim wisa bêjim ku tevî hemû êriş, astengî û qedexeyan jî cihê çand û muzîka Kurdî lê ye, ne xirab e. Lê ji ber ku welatê me bêstatu ye, di asta navnetewî de baş nayê nasîn. Yanî bê welatiya me û pêşdeketina çanda me û muzîka me rasterast bi hev ve girêdayî ye. Dema em bala xwe didin hozan û hunermendên nû, em dibînin ku tiştna baş derdixîne holê, lê ne di asta ku em karibin qiyasek bi hozan û hunermendên cîhanê re bikin. Ji ber ku nasnameya muzîka Kurdî, strangotina Kurdî, nasnemaya wê hîn li gora fikra min baş rûneniştiye. Ji ber ku me di nava zimanê muzîkê de, li seranserê Kurdistanê yek pîvan çênekirin e. Dibe ku Rojava û Başûr hinekî ji vî alî de nêzîkî hev bûbe û li hev kiribin, lê me û Rojhilat ya jî Başûr hîna li hev ne kirine li ser pîvan ango qalibekî muzîkê. Ji ber ku ev jî tune ye, dîaloga li ser esasê bingehekê jî zahmet e, ji ber ku zaravayê nota û perwerdeya muzîka me jî cuda ye.

Mînak dema em li baglama-tembûrê dinêrin; Ew bi tirkî ye û her kes jî dersên wê dide. Dema eyar dikin li ser nota “sî” girê didin lê dema dixwînin li ser nota “la” dixwînin. Dibistanên Arîf Sag û Erdal Erzîncan jî bi vê şêwazê ku li gora min şaş e, ders didin mirovan. Tu li ser “sî” girê bidî, gerek tu li ser nivîsandin û xwendinê jî li ser “sî” bide. Tu li ser nota “sî” têla xwe bijdîne, gerek tu li ser nota “sî” jî bixwîne.

Him muzîk jî û him siyaset jî, em gihîştine qonaxek, cîhek pir baş. Niha em êdî xwe dubare dikin, ji ber ku statuyek me tune ye. Mesele niha statuya me heba, em ne di jiyanek awarte de ban, me yê her carê projek, stranek, berhemek û klîbek çêbikira û ew ê çand wisa pêşde biketa. Wek mînak em dibînin ku li Rojava statuyek ango modelek çêbûye, em dibînin ku tiştên gelek hêja û baş çêdikin. Ji ber ku dema mirov rehet be û azad be, dikare hîn zêdetir biafirîne jî. Lê niha hemû jiyana me awarte ye, şer e, pevçûn e…

Me gotibû em dixwazin bi te re li rex kar û xebatên çandî, hinekî bahsa rewşa dawî ya li Kurdistan ê jî bikin. Bi taybet jî bahsa bûyerên li Rojava. Gelo tu van bûyeran çawa dinirxîne?

Ev bûyer û tiştên ku diqewimin pir zû diqewimin û tê guherandin. Yanî rojev pir zû xwe diguherîne. Tişta ez îro bêjim belkî heya sibê were guherandin jî. Lê li gora nirxandina min, piştî dewleta Îsraîlê çavkaniyên Hamas û Hîzbûllahê zûha kirin. Ku ev jî perçeyekî projeya ewrûpî, emerîka û îsraîlî ye ku lepên Îranê qut bikin. Kî bûn lepên wan? Hamas li Filîstînê bû, perçe kirin, Hîzbûllah li Libnanê bû ji hev belav kirin. Li Sûrî jî bi gelek navên cuda cuda henin ku em dikarin bêjin lepên Îranê ne. Ne tenê li Sûrî her wiha li Iraqê jî henin. Niha van dewletên navneteweyî jî dixwazin van dest û lepên Îranê yek bi yek qut bikin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk dixwaze li Rojava hebûna Kurdan têk bibe û wan hereman dagir bike. Vêya raste rast û vekirî jî tîne ziman. Dewleta Tirk dixwaze li cihê Îranê rûnê û wisa xwe li heremê bi cih bike. Tirkiye dixwaze van çeteyên ku ferqa wan ji DAIŞê nîne, bi cih bike.

Gelo em wek Kurd çawa dikarin li destkeftiyên xwe û welatê xwe xwedî derkevin?

Ji xwe di vir de Fermandarê HSDê û hêzên wir jî gotin ku ‘Divê em li ber xwe bidin’. Nêrîna min jî ew e ku em mejbûr in li ber xwe bidin. Ne tenê li Heleb, her wiha li hemû deveran em gerek li ber xwe bidin. Mirov şehîd bikeve jî, ji bindestiya wan çete û dewleta Tirk baştir e.

Niha jî pêwîstî pê heye ku PKK ji “lîsteya terorê” derkeve. Ji ber ku qada navnetewî, em çi dikin bi statuya PKKê ve tê girêdan. Ji bo wê jî, ya esas û girîng ew e ku PKK ji “lîsteya terorê ya cîhanê” derkeve, ji bo ku wek alî, wek teref were dîtin û nas kirin. Heya ku ev pêk neyê, çi lîstokên qirêj û senaryo hebe, ew ê were pêşiya me.

Tu dikare bahsa xebatên xwe yî niha/nû bike? Gelo tu amadekariya klîbek an jî albûman an jî konseran dikî yan na?

Niha gelek konserên me yên “Vejînê” hene, ku ez bi xwe jî tev li bûm. Konserên tenê ez û taybet, ez ne fikirîme û nafikirim jî. Dibe ku şaş be jî ev fikra min e, lê çandek konsera ya taybet heye û ne çanda me ye. Çandek ewrûpiya ye.

Çanda me çanda dengbêjî û çîrokbêjî yê ye. Berî ku televîzyon û radyo û kaset û konser û tiştên din derkevin, dengbêjin dihate odê, te derzî biavêta, ew ê dengê derziyê derketa. Hemûyan guhdar dikirin û bê deng bûn. Ya jî dema çîrokbêjekî çîrokek digot, bi rojan hemû civat guhdarî dikir û bê deng bûn. Ew mirov bi rojan li bendê diman û bê deng guhdar dikirin. Ji bo wê jî guhdarîkirin li cem Kurdan heye.

Lê dîsa ez dubare dikim, çanda konseran ewrûpiyan pêşde xistin, lê em jî dikarin vêya li gora çarçoveya çanda xwe pêşde bixin û bi kar bîne. Mirov dikare her tiştî bike û tiştek nikare bibe asteng. Tenê mirov nikare ji mirinê xelas bibe…

Aliyê din jî jiyana Kurdan, jiyanek awarte ye ji ber bûyerên li Kurdistanê diqewimin. Ev meseleyek ehlaqî ye. Heke min konserek plan bikira û êrişek li ser Rojava bihata, min ê konsera xwe betal bikira. Lê gelek kes û hunermend nikarin vêya bikin. Ji bo wê jî ez dibêjim ev meseleyek ehlaqî ye. Jiyana me, jiyanek awarte ye.

Niha em dibînin ku platformên medya dîjîtal yên wek Youtube, Spotify û Instagram bandorek mezin li ser muzîk û hunermendan dike, gelo tu vêya çawa dinirxîne?

Rastiyek wisa heye ku xelk tê li ser navên min bi dehan profîl û hesaban vedikin, lê em nikarin yekî aktîf bikin. Rast e, jiyan bûye jiyana platformên dijîtal. Ti kes jî nikare pêşiya vê rastiyê bigire. Ev platformên dîjîtal niha bandorê li dewletan dikin. Gelek dewlet ji ber wan hatiye hilweşandin. Lê mirov dikare wan bi awayekî baş û paqij jî bi kar bîne. Ji ber ku em dibînin ku gelek gemar û qirêjî di nav de ne. Mirov şerm dike daxuyaniyekê bide. Pêwîstî bêguman pê heye. Ku tu nekeve van platforman, ti kes nema te nas jî dikin. Ev jî heqîqetek e. Lê bawer bike (û ez ne tenê me) mirov fedî dike, têkeve nav wan. Sedî sed pêwîstî pê heye lê divê mirov li gora hin nirx û pîvan û paqij bi kar bîne.

Di dawiyê de gelo tiştek ku tu dixwaze bi xwîner û şopînerên me re parve bike heye?

Ez gelekî spasiya te û Rojnameya Xwebûnê dikim ji bo vê derfetê. Karekî girîng û pîroz e. Silav û rêzên xwe ji bo hemû xwendevanan jî dikim. Hêvî dikim ku peyam û gotinên me karibin bixwînin û piştgiriyê bidin çanda Kurdî, zimanê Kurdî, strana Kurdî yanî hunera Kurdî û lê xwedî derkevin. Li zarok û zimanê xwe xwedî derkevin. Em Kurd çêbûne, divê em li vêya xwedî derkevin. Dibe ku wek sloganek be lê gotina “Zimanê me hebûna me ye”, lê ev rastiyek me ye jî. Ji bo wê jî em gerek li zimanê xwe û li hebûna xwe xwedî derkevin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

7 ADAR 2026
Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

7 ADAR 2026
Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

7 ADAR 2026
Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Kurd bûn rojeva sereke ya çapemeniya cîhanê: Dê çi bikin?

7 ADAR 2026
‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

7 ADAR 2026
Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (251)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne