Duh li Stenbolê 576 kesên ku xwestin 1ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyan tevahî binçavkirî hatin berdan.
Li Stenbolê duh bi hezaran kes xwest biçin Qada Taksîmê û 1ê Gulanê li wir pîroz bikin. Lê polîsan êrişî çalakgeran kiribû û 576 kes kiribûn binçavan. Polîsan di dema îfadeyan de xwest peyva “îşkenceyê” nekeve girtekan. Lê belê bi zora parêzeran girtek hatin girtin. Ji 576 kesan 17 zarok, 8 parêzer û 2 jê rojnameger hebûn. Binçavkirî hemû piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.













