Mitînga 1ê Gulanê ku li Qada Îstasyonê ya Amedê hate lidarxistin, bi stranên Koma Çiya û Koma Kemençeyê bi dawî bû
Di pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi boneya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li qada îstasyonê ya Amedê mitîng hat li dar xistin.
Beriya mitîngê endam û rêveberên saziyên pîşeyî, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de bi hezaran kes li Xaçerêya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bûn bi kortej avakirin û bi meşê ketin qada mitîngê.
Girseyê di meşê de pankartên “Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî civaka demokratîk ava bikin”, “Ev pergal wiha nemeşe, em ê bi hev re biguherînin”, “Ruhê şoreşgerî yê 1ê Gulanê riya me ronî dike” û “Keda jinê bi sosyalîzma demokratîk azad dibe” hilgirtin û di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulan”, “Kar, aştî, nan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Heq, hiqûq, edalet”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em karker in, em bi heq in, em ê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana karkeran” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Di mitînga ku bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê dest pê kir de li ser navê Komîteya Amedekar Anahtar Kaya, li ser navê jinên kedkar kedkara Şaredariya Bajarê Nû Mûzeyen Sevîm, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya KESKê Erdal Karakûş û Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftinên xwe kirin.
Piştî axaftinan Koma Çiya û Koma Kemençeyê derket ser dikê. Her du koman di mitîngê de girse coşand. Girseyê bi awayekî bicoş li ber stranan govend gerand û dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê” , “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Mitîng piştî stranên Koma Çiya û Koma Kemençeyê bi dawî bû û girse belav bû.


















