Êlih – Girtiyê siyasî Înan Akin li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Birayê Înan Akin, Şefîk Akin diyar kir ku dewlet dixwaze ku bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bike û da zanîn ku ji ber rewşa aboriyê 16 meh in nekariye biçe hevdîtina birayê xwe.”
Zext û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê her roj zêde dibin. Yek ji wan girtîgen jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yan a Sîncanê ya Enqereyê ye. Înan Akin ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin nêzî 20 sal in girtî ye û bi rêzê li Girtîgehên Meletî, Amed, Osmaniye, Kurkçuler a Edeneyê, Şakran a Îzmîrê, Amed û Sîncana Enqereyê hatiye ragirtin. Birayê Înan Akin, Şefîk Akin diyar kir ku ew 16 meh in ji ber dûrbûnê û rewşa wan a aboriyê ya nebaş nikarin biçin hevdîtinê bi birayê xwe re bikin.
Şefîk Akin bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Nêzîkî du sal in dewletê tu gaveke şênber neavêtiye. Dema ku ev gav neyên avêtin dê gel jî bêhêvî bibe. Dema ku hêviyên civakê nemînin dê di mêjiyê mirovan de nakokî çêbibin. Ger pêvajo bi delalî biçe serî ji me re jî baş e, ji dewletê re baş e. Ger ku ev pêvajo bi rast bihata meşandin dê di serî de girtiyên nexweş ên siyasî bihatana berdan. Dema ku ev girtî bihatana berdan dê di nava gel de hêviyek çêbibûna. Niha li girtîgehan lijne derxistine. Cezayê girtiyên nexweş ên siyasî diqede jî, wan dibin lijneyan pirsan ji wan dikin û piştî wî 3-6 mehan berdana wan tê taloqkirin û ceza dirêj dikin. Herî dawî me dît li Zindana Qubînê du hevalên me bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Ger ku gav bihana avêtin dê ew hevalên me jî li cem dayîk û bavên xwe bûna.”

‘Şert û mercên zindanan nehatine guhertin’
Şefîk Akin di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku dewlet dixwaze bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bike û wiha pêde çû: “Malbat li Êlihê be zarokên wan dişînin Edîrneyê, Şakran, Gîresûn, Sîlîvrî û hwd. dişînin cihên dûrtir. Dayîka min 79 salî ye, du sal in neçûye serdana birayê min û ew birine Sîncanê. Gelek caran saetên hevdîtinan û yên gihiştina otobusan hevdû nagirin. Dema ku em bi balafirê jî biçin divê em du roj li wir bimînin. Şert û mercên zindanan nehatine guhertin, ev lijne divê teqez bêne rakirin. Dema ku rabe çawa cezayên hevalên me biqede dê bi hêsanî bene berdan. Ev 16 meh in ez neçûme hevdîtina birayê xwe. Hem derfetê min ê madî û hem jî yê din tune ye em biçin. Ji ber ku rê ew qas dûr e em zehmetiyê dikişînin. 19 sal in ku birayê min girtiye di navberekî de wî anîn Amedê pişt re ew birin Osmaniyeyê, Şakranê û niha jî li Sîncanê ye.”
‘Daxwaza malbatan ew e ku gavan biavêjin’
Şefîk Akin axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi vê yekê re dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin. Mesela hin malbatên me hene qet xebatkarên wan tune ne. Dema ku biçin Enqereyê yan jî Edîrneyê deh hezarên wan bêhtir di rê de diçe. Ji ber vê yekê gelek malbatên me ji salê carek yan jî du caran diçin cem girtiyên xwe. Înan jî 19 sal in girtî ye, ew kesekî jîr û jêhatî ye û îradeyeke wî ya xurt heye. Vê paşiyê ku nêzîkî 120-130 rojan du gireva birçîbûnê de man, ji ber wî ji çavên xwe xesar dîtiye û êşa wî ya serî heye. Ev kul û derdên min ez bawer im bi hemû malbatên girtiyan re heye. Hêviyên hemû malbatan ji vê pêvajoyê heye ku gav bêne avêtin û girtî bêne azadkirin.”










