Stenbol – Li Stenbolê di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
1ê Gulanê, li seranserê cîhanê wekî Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê bi dirûşma “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek û biguherînin” li Îskeleya Kadikoyê tê pîrozkirin.
Di pîrozbahiya 1ê Gulanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “PKK gel e li vir e” hate berzkirin. Meşa bi boneya 1ê Gulanê tê lidarxistin didome.














