• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Ciwana Cuma: Şamê Heleb firot

Mahmût Altintaş /AW

5 KANÛN 2024 - 08:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Şirnex – Piştî êrişên HTŞê yên li ser Şehbayê, sed hezar kes koçberî Tebqa û Reqayê bûn. Rojnameger Ciwana Cuma ku li Tebqayê bi koçberan re axivî û rewşa wan ji nêz ve dişopîne anî ziman hikûmeta Şamê Heleb firot û wiha got: “Piştî Heleb radestî çeteyan kir, çeteyan êrîşên xwe yên li herêmê fireh kirin.”

Komên Çekdar ên giredayî Tahrîr El Şam (HTŞ) di 26ê mijdarê de êriş bir ser Helebê ku di bin rêveberiya Hikumeta Şamê de ye. Piştî êrişên HTŞê hikumeta Şamê lêşkerên xwe ji Helebê vêkişandin û Heleb teslîmî HTŞê û komên çeteyên bi wan re kirin. Piştî Heleb hat dagirkirin li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku welatiyên Kurd li wan taxan dijîn dest bi xwe parastinê kirin. Berxwdana welatiyên taxê tevî dorpêçan jî berdewam dike. Piştî dagirkirina Helebê komên çekdar vê carê berê xwe dan Şehbayê. Yekineyên Parastina Gel (YPG) û Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) ji bo welatiyan ji êrişên komên çekdar biparêzin korîdorek vêkirin û welatiyên Şehbayê derbasî Tebqa û Reqayê kirin.

Welatiyên Şehbayê ku di sala 2018an de piştî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ji cih û warê xwe koçberî Şehbayê bibûn careke din koçber bûn. Di rêwitiya koçberiyê de gelek welatiyan jiyana xwe dest dan. Gelek welatî jî ji aliye komên çekdar ve hatin qetilkirin. Welatiyên ku bi zor û zehmetî xwe gihandin Tebqa û Reqayê bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li wir kon vêkirin û li wir disekinin. Rojnameger Ciwana Cuma ku li herême geşedanan ji nêz ve dişopînê piştî koçber derbasî Tepqayê bûn ew jî çû wir. Ciwana Cuma geşedanên li wir ji Ajansa Welat re vêgotin.

‘Hikumeta Şamê Heleb firot’

Rojnameger Ciwana Cuma bi diyar kir ku êrişên komên çekdar belavî qadeke berfireh bûye û ev tişt gotin: “Şerê ku li Helebê ji aliyê çeteyên çekdar ve hat destpêkirin belavî qadeke fireh bû. Rejima Suriyeyê Heleb firot van çeteyan. Çeteyên çekdar piştî Heleb dagir kirin êrişên xwe jî berfireh kirin. Tu helwest û bersiv ji aliyê hikumeta Şamê ve nehat dayin. Gelê Suriyeyê bi qirkirinekê re rû bi rû hat hiştin. Pişt re komên çeteyên giredayî Tirkiyeyê êrişî welatiyên Efrînê ku li Şehbayê diman kirin. Gelek welatî ji aliyên van çeteyan ve hatin revandin û li dijî wan sûcên şer pêk hatin. Hezên Rizgariya Efrînê bersiveke tund da çeteyan û gelek jî ji wan çeteyan hatin kuştin. Ji bo komkujiyeke mezin pêk neyê korîdor hatin vêkirin û welatiyên Şehbayê derbasî Tebqa û Reqayê hatin kirin.”

‘Sed hezar kes koçberî Tebqa û Reqayê bûn’

Ciwana Cuma da zanîn ku bi hezaran welatî di bin metirsiya kuştinê de derbasî Tebqayê bû ne û rewşa koçberan wiha vegot: “Heta niha sed hezar kes derbasî Tebqa û Reqayê bûne û hejmar wê hê zêdetir bibe. Hê jî karwan di rê de ne. Gelek welatî di nav çeteyan de asê mane û di bin îşkenceyan de ne. Destdirêjayî li ser jinan tê kirin nêzî 20 jin hatine revandin. Gelek jin hatine serjêkirin. Li pêş çavên zarokên ew jin hatine serjêkirin. Yên ku koçber bûne jî rastî tundî û gefên wan çeteyan hatin. Pere û zerên wan dizîne. Welatiyên Efrînî ku di sala 2018an de ji ber dagirkirina çeteyan neçar man ji Efrînê derkevin û koçberî Şehbayê bûbûn, vê carê ji Şehbayê careke din koçber dibin.”

Koçberî, kuştin, revandin û destdirêjayî

Ciwana Cuma, bi lêv kir ku di dema koçberiyê de destdirêjayî li welatiya hatiye kirin, hatine kuştin û îşkencekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em hatin vir û me rewşa koçberan dît gelek çîrokên bi êş hebûn. Di nav wan de dayikên ducanî hebûn. Dema ew dayikên ducanî li ser rêya Heleb û Şehbayê tên ji ber sermayê gelek zarok bi awayekî mirî ji dayik bûne. Ciwanekî 25 salî ku bavê 2 zarokan bû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve gulê lê hatine barandin û şehîd ketiye. Dema şehîd dikeve malbata wî dibe di navbera Şehba û Helebê de di bin dareke zeytûnan de vêdişêre. Her wiha gelek kesên ku temenê wan mezin bûn di rê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gelek welatiyan ji ber heqaret û bêrûmetiya ku çeteyan li wan kiriye dawî li jiyana xwe anîne. Gelek bûyerên bi vî rengî ku sûcên şer in li dijî welatiyan pêk hatiye. Lê mixabin heta niha li dijî van bûyerên sûc cîhanê xwe ker û lal kiriye.”

‘Cihana kêr û lal divê dengê xwe derxîne’

Ciwana Cuma destnîşan kir ku ji bo metirsiyên hê mezin dernekevin divê raya giştî ya cihanê rabê li ser pêyan û axaftina xwe wiha qedand: “Gelên ku li Tebqa û Reqayê ne dibêjin her çiqas em ji Şehbayê hatibin jî em teslîm nebûne. Hêz, israr û têkoşîna me ya vêgera Efrînê mezintir bûye. Heta ku em Efrîna xwe rizgar dikin û vêdigerin Efrîna xwe em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Niha Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya gel bi hemû saziyên xwe ve li Tebqa û Reqa ye. Her wiha welatiyên herême jî koçberên ku neçar man ji axa xwe derbikevin pêşwazî kirin. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan cihek veqetandine û wê demekê li wir bimînin û piştr re jî li cihekî baş ku bikarin li wir bi cih bibin bikin. Lê divê rayagiştî ya cihanê, gelên me yên herême û derveyî welat alîkariya koçberan bike. Ji ber ku hejmareke zêde koçber bûye ji ber wê jî alîkariya gel pêwîste. Welatiyên ku di navbera Şehba û Til Rifat de mane di xetereyekê re derbas dibin. Berxwedana gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî berdewam dike. Divê cîhana ku xwe ker û lal kiriye demildest dest bavêjin herême û welatiyan ji bin vê xetereyê derxînin.”

Etîket: Ciwana CumaRojnamegerSehbaTebqa
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

RSF: Kuştina rojnameger Emel Xelîl ‘sûcê şer e’

RSF: Kuştina rojnameger Emel Xelîl ‘sûcê şer e’

23 NÎSAN 2026
Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

22 NÎSAN 2026
Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Rojnamegera amerîkî bişert hate berdan

Rojnamegera amerîkî bişert hate berdan

7 NÎSAN 2026
Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

7 NÎSAN 2026
Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (412)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne