• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê GULANA 2026an

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

    Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

    Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

    Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

    Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tuncer Bakirhan: Cejna te pîroz be birêz Ocalan

Amed / AW

21 ADAR 2025 - 15:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew Newrozê li çar aliyên Kurdistanê pîroz dike û got: “Em Cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd pîroz dikin. Cejna te pîroz be birêz Ocalan.”

Newroza îsal bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” ji hêla DEM Partî, DBP û TJAyê ve tê lidarxistin. Pîrozbahî bi hemû coş û kêlecanê berdawam dike.

Piştî stranbêj Ayfer Duzdaş peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat xwendin. Cîgirê Nêçîrvan Barzanî Dilşad Şahab nameyê xwend. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got ew sersala Kurdan cejna Newrozê pîroz dike. Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew bi dil û can piştevaniya pêvajoya “Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” dikin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derket ser dikê gel silav kir û dest bi axaftina xwe kir.

Tuncar Bakirhan cejna Newrozê li çar aliyên Kurdistanê li gelê Kurd pîroz kir.

Axaftina Tuncer Bakirhan wiha ye:

Amed bajarê Newrozê ye

“Nebzê Rohlilata Navîn li Amedê diavêje. Çavê hemû dinyayê li ser Newroza Amedê ye Çimkî Amed Newroz e, Newroz Amed çimkî hûn Newroz in.

Em cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd pîroz dikin

Em Cejna Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Newroza te pîroz be birêz Ocalan. Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de banga sedsalê kir. Ev bang daxwaza gelên Mezopotamyayê ye. Banga bi hev re jiyanek azad e. Banga lihevkirina demokratîk e. Ev bang enyad e. Em ber bi çareseriyek dîrokî ve derdikevin rê. Gelê Kurd sed sal in, ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin. Êdî dema bidawîkirina vê sedsalê hat. Birêz Ocalan di banga xwe de banga wekheviya her kesî kir. Banga yekitî û têkiliyên gelê Kurd û Tirk kir. Çareserî ne li der ve ye, çareserî di jiyana hevpar a gelan de ye. Werin em bi hev re di vê rêyê de bimeşin. Helwest û sekna me zelal e, mîna îro ku qada Newrozê zelal e. Helwesta me ya aştiyê, azadiyê û çareseriya demokratîk zelal e. Ev peyama bi sed hezaran ku beşdarî Newroza Amedê bûn e.

Ev bang ji bo hemû Rojhilata Navîn wê xweşî û aştiyê bîn e. Her tişt bi yekitiya gelan dikare li pêş bikeve.
Ev pêvajo pir girîng e. Heke beramberî hev gav bên avêtin, wê ev pêvajo bi ser bikeve. Em dewletê vedixwînin jidilbûnê û gavavêtinê. Werin em 85 milyon gel xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.

Lê desthilatdarî pêvajoyê bi binçavkirin, girtin û tayînkirina qeyûman bi rê ve dibe. Lihevkirina Bajêr tê terorîzekirin. Birêz Îmamoglû tê binçavkirin. Lê em van naxwazin, em aştiyê dixwazin. Em çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwazin. Ruh û giyanên çareserkirina pirsgirêka Kurd di banga sedsalê de ye.

Siyaseta Rêya Sêyemîn

Em pirr bi eşkere û zelal dibêjin, ava çem evraz naçe, em dibêjin êdî dem û dewran û pêvajo bi awayek şolî bi rê ve naçe. Xeta me Rêya Sêyemîn e, em ê di vê xeta xwe de bi israr bikin. Rêya me rêya azadî û aştiyê ye. Carek din Nrewoza we pîroz be. Ji me hemûyan re serkeftin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

14 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 14ê GULANA 2026an

14 GULAN 2026
Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

13 GULAN 2026
Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi ‘Dîwana Dengbêjan’ berdewam kir

Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi ‘Dîwana Dengbêjan’ berdewam kir

13 GULAN 2026
Di forûma aştiyê de dengê heqîqetê: Huner bîr e, bîr jiyan e

Di forûma aştiyê de dengê heqîqetê: Huner bîr e, bîr jiyan e

13 GULAN 2026
Ji Komeleya Çanda Anatoliya bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Ji Komeleya Çanda Anatoliya bernameya Cejna Zimanê Kurdî

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd êdî naxwazin bibin qurbanê tu kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê hişmendiya, jin li malê, mêr li derve bê şikandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (346)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne